• DOLAR 32.597
  • EURO 34.802
  • ALTIN 2429.804
  • ...
Qetlîama ku li Helebê tê kirin li Diyarbekirê hat tel'în kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

STKyên Îslamî yên ku li Diyarbekirê karûbarên xwe birêve dibin ji bo balan bikşînin li ser dorpêça Helebê, piştî nimêja înê li ber devê Mizgefta Mezin daxuyaniya çapemeniyê  tertîp kirin.Di daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî de hat ragihandin emperyalîstên ku çavên wan bi xwînê hatiye dagirtin xelkê Helebê xistiye bin dorpêçê û ev hêzên li ser navê însanetîyê guh nadin rêgez û qûralan  niyet dikin ku wê trajediya li Sûriyê pêşdetir de bibin.

Koordînatoriya Bajêra Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember , Şubeya Diyarbekirê ya Cemîyeta Muztezafan, Şubeya Diyarbekirê ya Ozgur-Derê, Komeleya Anadolu Gençlîkê, Hayat-Der, Dîder, Şubeya Diyarbekirê ya ÎHHê,  Şafak-Der,  Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya Memûr-Senê  û niçikên van destek û piştgiriyê dan daxuyaniya çapemeniyê û metna daxuyaniya çapemeniya girseyî ji teref Cemîl Cahît Unsal ve hat xwendin.

 “Divê hemî kes baş bizanibe ku derdê ABD, Rûsya û ABê ne demokrasî û mafên mirovan e”

Unsal di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir gotinên demokrasî û mafên mirovan li erdnigariya îslamê wek malzemeya mucadeleya polîtîk tên bikaranîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi xwe ji vê re dibin şahid ku kafirên super  ên dinyayê  û hevkarên wan ên li heremê digel temamê hêzên xwe ev bû 6 sal ku li ser xelkê Sûriyê de bombeyan dibarînin û bi sed hezaran însan qetil kirin.Ew  BMyê ku pêlîstok e li hember van zilman bêdeng ma ku ev yek ji teref temamê dinyayê ve hat dîtin. Divê hemî kes baş bizanibe ku derdê ABD, Rûsya û ABê ne demokrasî û mafên mirovan e. Gotinên demokrasî û mafên mirovan li erdnigariya îslamê wek malzemeya mucadeleya polîtîk tê bikaranîn. Divê hemî kes baş bizanibe ku derdê ABD, Rûsya û ABê ne demokrasî û mafên mirovan e.”

Unsal di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir îro dem dema xwedî derketina birayên me yên li Helebê ye.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir