• DOLAR 32.537
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2433.5
  • ...
Naçariya  malbatên Nisêbîniyên di konan de
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji teref PKKê ve çal hatin vedan û berîqet hatin sazkirin. Ji bo ku ev asteng ji holê werin rakirin ji 14ê Adarê pê ve qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di encama vî yekê de bi hezaran malbat mecbûr mabûn koç kiribûn.

5 meh e ku di konan de hewl didin xwe li jiyanê bigirin

Ji malbatên ku koê kiribûn hinekî wî avahî kirê kirin û hinek ji wan jî li avahiyên xizmên xwe sitirîn. 13 malbatên ku derfetên wan tunebû avahî kirê bikin li nêzî Gundê Bahçebaşi ji xwe re kon vedan. Malbatên ku 5 meh e bi zarokên xwe di derfetên zor û zehmetî de dijîn. Ji ber vî yekê ew hêvîdar in ku rêvebir alîkariya wan bikin.

 “Mala me xira bû, tu derê me tune ku em bisitirin”

Malbatên ku di Taxa Firatê de dijiyan ragihandin ku niha avahiyên wan ji bilî ve bûne kavil. Tu der tune ku ew bistirin. Ji ber vî yekê ew mecbûr manej i xwe re kon vedane.

 “Tu kes alîkariya me nekir”

Şehriye Yakutê ku li Taxa Firatê de dijî dest nîşan kir ku 2 zarokên wî yên astengdar hene û wek malbat ew ji ber ax û xweliyê perîşan bûne. Dûvre Yakut wiha pê de çû: “Em nêzî 5-6 mehan in ku di konan de dijîn. Zarokên min ên astengdar hene. Tu kes alîkariya me nekir. Malên me xirab bûn. Ji ber ku me nekarî avahî kirê bikin em mecbûr man me ji xwe re kon vedan. Em li vir di nav ax û xweliyê de dijîn. Ji ber ku banyo tune em zarokên xwe di teştan de dişûn.”

 “Em 13 malbat di konan de dijîn”

Mehmet Beşîr Sevîm diyar kir 13 malbatên ku li Taxa Firatê dijiyan bi derfetên xwe kon vedane. Dûvre Sevîm destnîşan kir ku ser konan bi qamîş û naylonan girtine. Her wiha Sevîm ragihand ku heta niha tu kes rewşa wan nepirsiye.

 “Kon di nav ax û xweliyê de dimîne”

Sevîm wiha pê de çû: “Wekê ku hûn dibînin pîrekên me cil û berg, firaq û serê zarokên xwe di nav çolê de dişûn. Dema ku dibe ba konên me di nav ax û xweliyê de dimînin. Em di van zeviyên hawîrdor de ji bo ku 5 qurîş qezenc bikin dixebitin. Em ji rêvebiran dixwazin ku rewşa me ya em tê de be û ji vî yekê re çare çareserî bibînin.”

 “Di vî konê de em 2 malbat bi hev re dijîn”

Kereng Baran diyar kir ku 2 malbat bi zarokên xwe ve di heman konê de dijîn. Dûvre Baran wiha axivî: “Em ji roja ku qedexeya derketina derve hatiye îlankirin heta niha me Nisêbînê terk kiriye. 6 meh e ku em di vî halê de ne. Di vî konê de em 2 malbat bi hev re dijîn. Ferqa jiyana me ji ya heywanan tune. Em av û ceyranê gundê kul ê sitirîne diemilînin. Wekê ku hûn dibînin em perîşan bûne. Ji ber rojê hemî konên me şewitîne û çirine. Di nav konê de pir germ e.”

Di 6 taxan de qedexe didome

Wekê ku tê bibîranîn li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 14ê Adarê de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Ji ber operasyonan gelek kes mecbûr man ji navçeyê koç kirin. Di 25ê Tîrmehê de qismen qedexeya derketina derve hat îlankirin. Lê di taxên Firat, Abdulkadîr Paşa, Yenîşehîr, Dîcle, Zeynelabîdîn û Kişlayê de qedexe didome. (ÎLKHA)



 



























































Bu haberler de ilginizi çekebilir