• DOLAR 32.541
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2425.798
  • ...
Li Wanê malbatên xwîndar hatin lihevanîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundika Komê ya girêdayê navçeya Tuşbaya Wanê di nabeyna 2 malbatên bi navê Ozyer Kuçuk de şer derketibû û di encama şerê de jî kesek jiyana xwe ji dest dabû. Di bernameya ku hat lidarxistin de her du malbat hatin lihevanîn.

Ji bo ku dawî li dijmintiya di nabeyna her du malbatan were rîsipî amîrên saziyan bû wesîle û her du malbatan lihev anîn. Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan, Qeymeqamê Tuşbayê Musa Sari, Miftiyê Navçeyê Zahît Demîrel, Serokê Şaredariya Tuşbayê Fevzî Ozgokçe, û xizmên malbatên Ozyer û Kuçukî beşdarê bernameya ku hat lidarxistin bûn.

Bernamê bi Tîlaweta Pîroz dest pê kir. Dûvre Walî Taşyapan wiha axivî: “Em hemî di civakê de dijîn. Di nav civakê de hinek kevneşopî hene. Em ji van re dibêjin kevneşopî, edet û hiqûq. Di jiyanê de ji bo çareseriya pirsgirêkan carinan em gor kevneşopî û carinan jî gor hiqûqê diçin. Em îro ji bo ku ev dijmintî mezin nebe em vir in. Birayên me yên ku hatine vir dê ji bo vî roja xweş şahidi bikin.”

Walî Taşyapan ragihand ku di dînê Îslamê de domandina dijmintiyê tune. Dûvre Taşyapan qala qiseya her du lawên HZ Ademî kir û bal kişand ser tobekirinê. Taşyapan wiha diyar kir: “Taybetiyekî însanê heye. Ew jî tobekirin e. Divê ku tobekirin mayînde bibe.”

Her wiha di bernamê de Serokê Şaredariya Tuşbayê Fevzî Ozgokçe jî axivî. Ozgokçe destnîşan kir ku di Taxa Komê de 120 avahî hene û nifûsa wê jî nêzî 800 kesan e. Dûvre Ozgokçe wiha pê de çû: “Rastî gundika me derek xwedî aram û hizûr e. Lê dema ku benîadem jiyana xwe didomînin ji ber hewceyiya qeza û qederê hinek bûyerên ku mirov naxwaze biqewime derdikeve holê. Dema ku ev bûyer diqewimin ji bo ku mezin nebin Xweda pêşeng, rîsipî mezinên me yên dewletê daniye ser serê me. Xweda wan ji ser serê me kêm neke.”

Nîmetullah Ayanê ku ji pêşengê herêmê ye wiha axivî: “Dema ku em hatibûn dîtina dostên xwe ev bûyer qewimîbû. Wextê xizmetê tune. Însanek nikare ji bo xizmetê wext diyar bike. Her wext xizmet zemanê diyar dike.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir