• DOLAR 32.541
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2434.382
  • ...
HUDA PAR dikandarên Mazîdaxê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Herema me van tiştan heq nake”

Kilinçê ku dikandaran geriya û pirsgirêkên wan guhdar kir di derbarê mexdûriyetan de wiha axivî: “Xelkê heremê gelek mexdûriyetên mezin jiya. Xelkê  herema me vê zilmê heq nake.Em kêfxweş bûn ku xelkê Mazîdaxê beşdarî vê pêvajoyê nebû.Divê em her tim li pey wan tiştên rast û dirist ên ku tên kirin bisekinin ku em disekinin jî.Di pêvajoya vê sekinê de divê em li wî kesê ku vê tiştê rast dike nenêrin û li pey wî bisekinin.Ger ku tiştekî nebaş û xirap jî bê kirin divê em digel hevdû li ber wî re rabin.Em ê li ba mezlûman bin û li dijî zaliman jî dê bisekinin.”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de qala teşebûsa darbê jî kir û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Înşaallah ev bûyer ji bo herema me ji bo Tirkiyê û ji bo alema Îslamê dê bibe wesîleya xêran. A niha çavên alema Îslamê li ser Tirkiyê ne û di nava hêviyeke mezin de ne da ku hêzên şer berteref bibin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir