• DOLAR 32.534
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2425.42
  • ...
Îdiaya 'kumpasa paralel' a nû ya li Sûrê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku li Sûra Diyarbekirê kesên ku ji bo diyarkirina madî yên melzemeyên ku zirarê dîtine û di ‘Lijneya Tespîta Eşyayan’ wezîfedar in endamê saziya paralel in û teklîfa pereyê li mexdûran dikin. Bi vî yekê re hewl didin bidin nîşandan ku dewlet piştgirî nade gel û gel davêjin nav axûşa PKKê.

Wek ku tê zanîn li navçeya Sûra Diyarbekirê ji bo ku tespîta eşyayên ku texrîb bûye pêk were ji teref waltiyê ve ‘Lijneyên Tespîtê yên Xisarê’ tên diyarkirin. Zirarên eşyayan jî ‘Lijneya Tespîta Eşyayan’ diyar dike. Gor idîayan di nav van lijneyan de hinek persomel ji bo qabilên eşyayên nav malan ji xwe re di nabeyna 150 TL û 19 TLyan de teklîfa pereyan dikin û bi vî yekê re gel dûbare davêjin nav axûşa PKKê.

Hinek welatiyan diyar kirin ku bi eşyayên wan re malên wan jî xera bûne û ‘Lijneya Tespîta Eşyayan’ ji bo qabilê tespîtê wek nirx 150 TL diyar kiriye û wan destnîşan kirin ku PKKê jî zulm li wan dike. Hemwelatiyan bal kişandin ku hinek personel neheqî dikin û bi vî yekê re ji nû ve gelê navçeyê davêjin nav axûşa PKKê.

Hinek nişteciyên navçeyê di derheqê mijarê de agahiyên sosret dan. Personelek ê ku di lijneyê de dixebite diyar kir ku ew eşyayên zirarê dîtine tespît dikin û rêje û agahiyên di derheqê vî yekê de ji ‘Lijneya Tespîta Eşyayan’ a ku di Qeymeqamtiya Yenîşehîrê de ne re radigihînin. Ev lijne jî mîqdara ku dê ji mexdûran re were dayîn diyar dike. Lê ji ber ku hinek personel endamê saziya paralelê ne ji bo xwe pere teklîfê mexdûran dikin.

Personelek ê ku nexwest navê xwe bide wiha axivî: “Din av lijneyê de endamên paralelê hene. bihayên eşyayê malan dinirxînin û di mîqdarekî hindik de pere didin. Gel ji PKKê dûr ketiye. Lê  hewl didin ku dûbare gel bavêjin nav axûşa PKKê. Ev saziyên ku di nav dewletê de belav bûye hewl dide ku dûbare HDP û PKK vejî bibe. Pêwîst e ku dewlet di derbarê vî yekê de demildest çareseriyekê bike.”

“Ji mala me tu tiştekî nemabû”

Ji mexdûran Bariş Pilgiz di derbarê mijarê de wiha belav kir: “Eşyayên me jî din av malên me de man. Ji ber ku em xizm di heman taxê de bûn em 5 malbat diçûn malekî. Em jî ew jî mexdûr dibûn. Lewra em di derfatên zor û zehmet de 5 malbat di heman malê de diman. Lijneya Tespîta Xisarê ji bo tespîta xisarê bang li me kir lê ji mala me tu tiştekî nemabû.”

“Heke tirsa Xweda nav dilê wan de hebe ew kesî mexdûr nakin”

Pilgiz wiha axavtina xwe domand: “Lijneya ku tespîta xisarê dikir li min teklîfa 700 lîreyê kir. Ez çi bikim. Wî perê ku didan min bila ew jî ji wan re bibe. Dewlet mexdûr kir. Ji xwe ya din jî zulm li gel kir. Dibêjin ‘em nûnerê gel Kurd in’. Qethiyen ew nûnertiya me nakin. Heke ew nûnerên me bûbûna wan zulm li gel nedikirin. Her dua liyan jî me mexdûr kirin. Bê gotina me mala me xirab kirin. Heta Serokwezîr hat Diyarbekirê. Got ‘dê liv ir xerabkirin çênebe. Dê em xisara avahiyan temîn bikin. Dê dûbare vegerin malên xwe.  Di mala me de jî şûna berikek jî tunebû. Heke di holê de şer hebûya dê min bigotiba; ‘zirarê dîtiye normal e. Em ji bo ku biçin malên xwe sekinîn lê mala me bi eşyayn di nav de re xerabkirin. Heke tirsa Xweda nav dilê wan de hebe ew kesî mexdûr nakin.”

Çetîn Pilgizê mamê Bariş Pilgizî destnîşan kir ji ber şerê navçeya Sûra Diyarbekirê ew 6 meh di otêlê de mane.

“Ji bo hemî eşyayan 750 TL hat teklîfkirin”

Çetîn Pilgiz diyar kir ku di nav mala wî de nêzî 10 milyaran eşya hebûye. Dûvre Pilgiz wiha pê de çû: “Piştî ku tespîta xisarê çêbû em 5 meh sekinîn ji bo ku encam werin eşkerekirin. Ji Qeymeqamtiya Sûrê gazî kirin. Me got me mexdûr nakin heqê em didin û em çûn. Em bendewarê mafê xwe ya ku me zirar kiribû bûn ji bo tespîta zirarê 750 TL diyar kirine. Me hemberî vî yekê de nezanî ku em çi bibêjin. Çawa çêdibe ku di gel vî zirara me ya mezin 750 TL teklîfê me dikin.”

“Me got qe nebe bila ji teref dewletê ve li me zulm neyê kirin”

Pilgiz diyar kir ku derûniya jina wî û yên zarokên wî xirab bûye. Dûvre Pilgiz wiha ragihand: “52 sal e ku em li Sûrê îqamet dikin. Heta niha tiştekî wiha nehatibû serê me. Me van dît û me got qe nebe bila ji teref dewletê ve li me zulm neyê kirin. Divê ku em li dijî van bibin yek û sebir bikin. Lê dewletê jî ji me re neheqiyekê mezin kiriye û divê ku ev yek were ziman û ji teref her kesî ve were zanîn.”

“Em heqê xwe dixwazin û me mexdûr nekin”

Pilgiz wiha bang li Serokkomar û Serokwezîr kir: “We soz dan me. We ji me re got dê em we mexdûr nekin. Lê niha em mexdûr in. Heqê me nadin. Em heqê xwe dixwazin û me mexdûr nekin. Mexdûriyeta gel zêde dibe. Em bes dixwazin ku heqê me neyê xwarin û mexdûriyeta me ji holê rabe.” (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir