• DOLAR 32.573
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2425.742
  • ...
Stûnên ceyranê yên di nîvê rê de dibin sedema qezayan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Şaredariya Mezin a Mêrdînê ve li ser 10emîn Kolana taxa Meydana Qoserê xebata rê hat kirin, di xebata rê ya ku ji teref Şaredariya Mezin a Mêrdînê ve hat kirin de stûnên ceyranê di nîvê rê de man ku ev xebata ecêb dibe sedema qezayan.Nîştecihên taxê di derbarê mijarê de diyar kirin divê demildest ev stûnên ceyranê yên ku dibin sedema qezayan bên rakirin.

“Hebûna 5 stûnên ceyranê ya di nîvê rê de qet nabin”

Nîştecihê taxê Aydin Kiliç di derbarê mijarê de destnîşan kir pêwîst e ev stûnên ceyranê bên rakirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Him stûnên ceyranê û him jî qapaxên kanalizasyonan pir bi xeter in.Ger ku ajokar êvarî nebînê dibe ku qeza bike.Em ji şaredarî û xebatên wî ne razî ne.Ev bû 5 sal ku ez li vê derê dijîm, ne dolmîşeke navbajêr û ne jî konteynireke çopê aniye vê derê.Ji bo Xwedê ev rêya ku hatiye çêkirin asfalt e? Ev ne asfalt e, rêya bi herî ji vê çêtir e, qet nebe mîna vê ne bi xeter e.Hûn cadê dibînin, di nîvê rê de 5 stûnên ceyranê hene û dîsa rê çêkirine. Pêwîst e ev stûnên ceyranê bên rakirin.”

 “Pêwîst e ev stûnên ceyranê yên di nîvê rê de  bên rakirin”

Xelîl Akçayê ku ji nîştecihên taxê bû jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Her tim wesayît ji vê derê derbas dibin.Ger ku li vê derê qezayek pêk bê em ê li deriyê wan kesan bidin. Berî ku qezayek pêk bê pêwîst e ev stûnên ceyranê yên di nîvê rê de bên rakirin.”

Me di derbarê mijarê de bi Serokatiya Daîreya Karên Fennî yên Şaredariya Mezin a Mêrdînê re hevdîtinek kir.Rayedarên şaredarîyê di derbarê mijarê de destnîşan kirin ew berî vê 5 mehan di derbarê rakirina stûna ceyranan de muracatî DEDAŞê kirine û bi heman awayî ew ji bo kolana ku qala wê tê kirin re jî hişyariya şîfahî dane.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir