• DOLAR 32.699
  • EURO 34.76
  • ALTIN 2499.283
  • ...
Ji xebatkarên AKSA Firat Elektrîkê çalakiya şistkirina kar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karkerên Midûrtiya Bajêr a Çewlîgê yên Xizmetên Firat Aksa Elektirîkê yên li navenda Çewlîgê û navçeyên wê de dixebitin bi binasiya nedayîna zêdekirina zemê nirxê wan û nedayîna mafê wan karê xwe ya ceyranê wek çalakî şist kirin.

Karkerên FEDAŞê destnîşan kirin ku ferq dixin nabeyna karkerên li herêmê û FEDAŞ dabaş nirxên zemê di wextê de nadin. Ji ber vî yekê wan wek xebatkar wek çalakî dest bi şistkirina kar kirine.

Hat idîakirin FEDAŞê wek perakende li Meletî, Dêrsîm, Çewlîg û Xarpêtê xizmeta belavkirina ceyranê dike dabaş nirxên zemê li Dêrsîmê daye lê li Meletî, Çewlîg û Xarpêtê vî nirxê nedaye.

116 xebatkar ji ber ku di derbarê meaşê de mexdûr in li mintiqa Midûrtiya Bajarê Çewlîgê açlakî lidarxistine. Xebatkarên ku diyarkirin wan ku wek çalakî dest bi şistkirina kar kirine. Asim Ozturk li ser navê komê axivî.

Ozturk wiha axivî: “Em ji ber bêedaletiya ku di encama teybetkirinê de derketiye holê liv ir in. Dera ku şîrket dixebite di nabeyna meaşê xebatkaran de ferq heye. Herkes xwedî li zilamê xwe derdikeve.”

Ozturk diyar kir beriya ku TEDAŞ nehatibû taybetkirin dewlet di derbarê nirxê de bi sendîqayan re li hev hatiye. Lê niha şîrket zilamên xwe bi torpîlê bicî dike û kîjan petmanê bixwaze wê pêk tîne.

“Dê em dev ji daxwazên xwe yên mafdar bernedin”

Ozturk axavtina xwe wiha ragihand: “Îro li Tirki.yê çiqas sendîqa hene bila peymanek çêbe û nirx hemî bibin wek hev. Dema ku yekî 5 hezar TL bistîne yê din hezar TL bistîne ev neheqî ye. Divê ku neheqî demildest ji holê rabe. Heta ku ev yek neyê sererastkirin dê em çalakiyên xwe bidomînin.”

“Hebûna ferqa meaşê ya di nabeyna xebatkaran de neheqî ye”

Ozturk bal kişand ku ew ji gelek mafan mehrûm mane. Dûvre Ozturk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di nav me de hinek kes bi mizeya kêmtirîn dixebitin û her tişt daxîlê vî yekê ye. Kesên kou di karê dewletê de dixebitin behra xwe ya acizbûnê distîne. Alîkariya ceyranê distîne, perê wardiyeyê distîne û tezmînat jî heye.”

“Heke xizmetek tam tê xwestin bila meaşê me tam bidin”

Ozturk ragihand ku ew havîn-zivistan, çiya-deşt nabêjin dixebitin. Dûvre Ozturk wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di şîrketê de em karên herî zehmet dikin. Di mehên zivistanê de digel hemî derfetên zor û zehmetji bo ku xizmet neyê sekinandin em gelek caran di befrê de mexsûr dimînin. Lê dema ku mijar dibe nirx mafên me nadin. Heke xizmetek tam tê xwestin bila meaşê me tam bidin. Kes pirs nake ku em di derfetên çawa de dixebitin.” (ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir