• DOLAR 32.52
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2433.92
  • ...
Li Nisêbînê dest bi xerakirina avahiyên xisardar hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê zanîn ji ber sazkirina berîqat û vedana çalan a ku ji teref PKKê ve pmk hatibû li navçeya Nisêbîna Mmrdînê ji 14ê Adarê pê ve qedexeya derketina derve hatiubû îlankirin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku ji 14ê Adara 2016an pê ve ji ber sazkirina berîqat û vedana çalan a ji teref PKKê ve qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Dûvre ji teref waîtiya bajêr ve hatibû ragihandin ku di taxên Yenî Turan, Yeşîl Kent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyûbî, Çatalozu, Îpekyolu û Barişê de qedexeya derketina derve ji 25ê Hezîranê pê ve qismen hatiye rakirin.

Her wiha biryar hatibû dayîn ku dê ev qedexe di taxên wekê Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynela Abîdîn û Kişlayê yên ku çarterafê wan hatiye têlkirin de bidome. Hat dîtin ku îro kepçeyên têketine Taxa Zeynel Abîdîna ku qedexeya derketina derve didome dest bi avahiyên xisardar ên ku li kêleka Mizgefta Mela Musa ne kiriye.

 “Berî niha em xwedî xanî bûn lê niha em bûne kirêdar”

Xwediyê xaniyên xisardar wiha destnîşankirin: “Ev 40 sal e ku em li Nisêbînê rûdinên. Li navçeyê çal hatin vedan. Berîqat hatin sazkirin. Lê tu kes deng dernexist. Li kolanan bombe bicî kirin. Dema ku bûyeran dest pê kir em jî ji vir revîn. Nina dema ku em vegeran malên xwe em bi tiştek wiha re rast hatin. Xweda heqê me ji wan re nehêle. Berî niha em xwedî xanî bûn lê niha em bûne kirêdar.” (ÎLKHA)



 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir