• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Ji ber teşebusa derbeyê ji Îranê mêvanên me nayên"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Lijneya Rêvebina Herêmî yê Anatdola Rojhilatê ya TURSABê Cevdet Ozgokçe bandora teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya li ser turîzmê nirxand. Ozgokçe diyar kir ku li Tirkiyê diltirsiyekî şerê heye û ji ber teşebusa derbeyê ji Îranê mêvanên wan nayê. Di encama vî yekê de jî hemî rezervasyonên di derheqê vî yekê de betal bûne.

 “Hemî Rezervasyonên me betal bûne”

Ozgokçe wiha pê de çû: “Mixabin ji ber teşebusa derbeyê ji Îranê mêvanên me nayên. Opsiyonên me hebûn. Ev hemî betal bûn. Ji xwe beriya teşebusa derbeyê li Tirkiyê diltirsiyekî hebû ku dê şer çêbe. Ev teşebusa derbeyê jî vî diltirsiyê zêdetir kir. Ji ber vî yekê hemî rezervên me îptal bûn. Ji Trabzonê dê komek 52 kesî bihatibana bajarê me. Lê Îptal bû. Ji xwe Îranî ditirsin û nayên. Ji bo ku ev diltirsî bişkê dê em bi şiklekî zêde biçin Îranê.”

Ozgokçe wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em dikarin bibiêjin me îsal sezona turîzmê xilas kir. Em di derbarê vî mijarê de bi birayên xwe yên heman sektöre de hevdîtin dikin. Mixabin îsal me sezonê asê kir lê înşaellah dê ewrê reş ên li ser welatê me rabin û dê Tirkiye û bajarê mê bizivirin rokên xwe yên berî. Baca me ya Îranê gelek baş bû. Beriya her tiştê pêwîst e ku em li Îraniyan bi çavek turîstî binêrin û divê ku em di derheqê vî yekê de jî qedr û qîmeta wan bizanibin.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir