• DOLAR 32.372
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.574
  • ...
Xebatkarên AKSA Elektrîkê çalakîya berdana dev ji kar dan destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebatkarên ku li Elezîz û navçeyên wê dixebitin li ber wê kargeha ku lê dixebitin hatin bal hev û eşkere kirin ku wan çalakîya berdana dev ji kar dane destpêkirin.Nêzî 100 karkerê ku di AKSA Elektrîkê de dixebitîn bi digel vê çalakîya ku dan destpêkirin êdî dev ji kar berdan û biryar dan ku ew li tu arizê nenêrin.

Karkerên ku ketne grevê destnîşan kirin him hevalên wan ên ku li Dêrsimê dixebitin ev bû sal zema 5 salan a ku diviyabû girtibana nestandine û him jî zema ku heqê wan e nedane wan.Di vê navberê de nûçegihanê ÎLKHAyê yê ku hewil dida grevê bike xeber, bi teleba Midûrê Şubeya Elezîzê ya AKSA Elektrîkê bi şikleke bêhûqîq û neheq ji teref polêsan ve hat binçavkirin.

Piştî pêvajoya binçaviyê ya ku bi seatan berdewam kir re nûçegihanê ÎLKHAyê hat serbestberdan.Kiryara bêhûqîqî û neheq a polêsan a li dijî nûçegihanên ÎLKHAyê li ser medyaya civakî û di raya giştî de bû sedema bertekên dijwar.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir