• DOLAR 32.584
  • EURO 34.939
  • ALTIN 2429.224
  • ...
 "Di 6-7ê Cotmehê de rêxistina paralel û PKK dest dan hev"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Prof.Dr.Ahmet Keleş balan kişande li ser wan bûyerên ku di 6 û 7ê Cotmeha kutê  de Yasîn Boru , Hasan Gokgoz, Ahmet Huseyîn Dakak, Turan Yavaş û Cumalî Guneş bi  şikleke wehşiyane û hovane hatibûn qetilkirin û destnîşan kir  rêxistina paralel û PKK bi hev re bûn û dest dabûn hev.

Endamê Hînkeriyê ya Şaxa Mekazanîsta Hadîsê ya Fakulteya Îlahiyata Zanîngeha Dîcleyê Prof.Dr.Ahmet Keleş di berdewama axavtina xwe de qala teşebûsa darbê kir  û balan kişand li ser destdayîna PKK û rêxistina paralel.Keleş di derheqê bûyerên 6 û 7ê Cotmehê de jî diyar kir di dema bûyeran de Rêxistina Paralel a ku di nava ewlekariyê de bû mudaxeleyî bûyeran nekir û di ser de hewil da da ku bûyer geştir bibin.

“Rêveberiya zanîngehê ji HDPê re bernameyên xwarin, sohbet û gerê tertîp kir”

Keleş di berdewama axavtina xwe de bi bîr anî ku ew bi xwe jî di nava rêveberiya zanîngehê de ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku Osman  Baydemîr Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekrê bû. Di meha Remezanê de  me ji sekreterê giştî yê zanîngehê xwest ku li zanîngehê ji teref şaredarîyê ve Kona Remezanê bê vekirin da ku ji naskirîyên nexweşan re feydedar bibe.Lê rêveberiya zanîngehê destûr neda.Dû re Osman Baydemîr rektor xanim tebrîk kir.Bi vî awayî geşedanî dest pê kirin û rêxistina paralel têkete dewrê.Zanîngeh bû wek bargeha rêxistina paralel.Dema ku bû bargeha rêxistina paralel êdî stratejiya zanîngehê jî hat guhartin.Êdî têkilî şikil guhartin û dema ku bû dema hilbijartinên 27ê Hezîranê Ekrem Dumanli bi Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak re hevdîtin kir.Piştî vê hevdîtinê zanîngeh û şaredarî ketne nava hevkariyekê û li dijî hikûmetê û li leha HDPê de bernameyên xwarin, sohbet û gerê hat tertîpkirin.Fotografên van hene.Wan mil dan hev dû û li dijî hikûmetê xebitîn.”

 “Ez difikirim ku di bûyerên 6 û 7ê Cotmehê de PKK û paralel dest dabûn hev”

Keleş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir PKK û paralel di bûyerên 6 û 7ê Cotmehê de dest dabûn hev û  wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez difikirim di bûyerên 6 û 7ê Cotmehê de PKK û paralel dest dabûn hev.Her wiha ez difikirim di warê plankirina bûyeran de jî dest dane hev. Di dema bûyeran de Rêxistina Paralel a ku di nava ewlekariyê de bû mudaxaleyî bûyeran nekir û di ser de hewil da da ku bûyer geştir bibin.Temamê van tiştan ji teref raya giştî yê Diyarbekirê ve tên zanîn.(ÎLKHA)
 







Bu haberler de ilginizi çekebilir