• DOLAR 32.338
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2310.4
  • ...
 "Qeymeqam li ser navê dewletê min xapand û araziya min teslîmî rêxistina paralel kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeymeqamê Navçeya Pamukkaleya Denîzliyê Veysel Beyru yê ku ji ber hinceta endambûna FETO/PDYê piştî teşebûsa darbê hat girtin, di dema ku li Farqînê qeymeqamtî dikir ji Basrî Seyîtnûr araziya wî jê xwes û jê re got ku ew ê li ser araziya wî mizgeft û mektebê ava bike. Basrî Seyîtnûrê ku xwediyê araziyê ye di derbarê mijarê de destnîşan kir Qeymeqam Veysel Beyrû wî li ser navê dewletê xapandiye û  li ser araziya wî Koleja Taybet a Îhsan Arslan daye avakirin.

“Qeymeqam li ser navê dewletê bi şikleke zanebûn min xapand û erdê min teslîmî rêxistina paralel kir”

Seyîtnûr di berdewama axavtina xwe de qala dek û dolabên ku  Qeymeqamê Berê yê Farqînê Veysel Beyru  di warê kirîna araziyê de kirine, kir û wiha ali axavtina xwe zêde kir: “Min di sala 1992an de bi sed zehmetî vê zeviyê kirî.A niha di derbarê vê mektebê de qerara girtinê hatiye dayîn.Ez hê nû ji rastiyê haydar bûm. Qeymeqam li ser navê dewletê bi şikleke zanebûn min xapand û erdê min teslîmî rêxistina paralel kir.Veysel Beyru bi dek û dolaban zeviya min ji min kirî û belgeyan bi sextekarî bi  min da îmzekirin.Ez ji ber vê yekê jê gilîdarî û dozdar im.Leneta Xweda, li ser wan kesên derewker û sextekar de bibare.Ez ji kesên rayedar dixwazim ku mexdûrîyeta min ji rastê rabikin.”

Mîrzeydîn Seyîtnurê ku lawê Basrî Seyîtnûr e di derbarê mijarê de destnîşan kir haya wan jê nînbû ku têkiliya Qeymeqamê Berê yê Farqînê Veysel Beyru bi Fetulahîstan re heye, ger ku ew vê yekê zanibana dê erdê xwe nedabana wî û ew ji kesên rayedar alîkarî teleb kir û xwest ku di vî warî de alîkariya wan bê kirin.

Hat hînbûn Qeymeqamê Berê yê Farqînê Veysel Beyru araziyê li ser navê kesekî bi navê Sadullah Sezgîn standîye û dû re ev arazî dewrî Saziyên Perwerdeya Guldeste hatiye kirin.Her wiha ew nîşeya ku Beyru bi destê xwe ji malbat re nivîsandiye derket holê.Di nîşeya ku hat bidestxistin de madeyên lihevkirinê hene.Û îmzeya mutehît, Beyru û malbat jî di nîşê de tê dîtin.(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir