• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ahmet Turk: Ez li benda bertekeke tundtir bûm
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku li navçeya Nisêbînê Mêrdînê qedexeya derketina derve qismen hat rakirin re  parlementerên HDPê û Serokê Şaredariya Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk çûn Nisêbînê û xwestin ku esnafên navçê ziyaret bikin.Ahmet Turk û heyeta HDPê ya pê re ji ber bertekên ku ji wan re hatibûn nîşandan ji heremê bi lez dûr bûbûn û navçê terikandibûn.

Berteka xelkê ji teref kameraya ÎLKHAyê ve hatibû qeydkirin

Di dema ziyaretê de esnafek ji Ahmet Turk re wiha bertek nîşan dabû ‘Bila li me guhdar bikin, em heqê xwe dixwazin.Bûn sedem ku em bibin muhacir.Me perîşan û rezîl kirin.Em Kurdîtiyeke bi vî awayî naxwazin.”

Dikandarekî din diyar kiribû ‘Mexdûriyet li ber çavan e.Qet hewce nake ku tu kes ji tu kesê din re tiştekî bibêje.Xweda heqê me ji wan re nehêle.”

Li ser Kolana Lozanê pîrekek jî ji Ahmet Turk û ji kesên pê re wiha bertek nîşan dabû: “Ev bû 6 meh ku ez li Batmanê dijîm.Şaredarî derziyek jî neda min.We ji bo me tiştek nekir.We me li ber devê derîyan hişt.Hûn hemû li koltikên xwe rûdinin.”

Dîmen ‘Ahmet Turkî’ tekzîb dikin

Serokê Şaredariya Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û berteka xelkê ya ku ji wan re hatiye nîşandan  û nûçeyên di çapemeniyê de derewand.

Her çi qas Ahmet Turk berteka xelkê û nûçeyên di çapemeniyê de biderewîne  û diyar bike xelk wan bi şikleke semîmî pêşîwaz kiriye jî dîmenên ku ji teref kamerayan ve hatine qeydkirin berewajiya van tiştan didin ber çavan.

Turk: Ez bi şikleke eşkere dibêjim, ez li benda bertekeke tundtir bûm

Turk di dawiya daxuyaniya çapemeniyê de wiha dawî li axavtina xwe anî: “Elbet di vê pêvajoyê de dê însanên me, me rexne bikin.Rexneyên xelkê me yên ku van wêrankirinan jiyana li ser her du çavên me.Em di derbarê vê mijarê de rûmetdar in. Ez bi şikleke eşkere dibêjim, ez li benda bertekeke tundtir bûm.Lê min dît ku ev yek nebû.Rexneyan li me dikin ku ev jî asayî ye.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir