• DOLAR 32.586
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2426.745
  • ...
188 hezar zarok bi ber sûcên cûrbecûr ve hatin kaşkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor danayên ku ji teref TUÎKê ve hatiye weşandin 188 hezar  û 245 zarokên ku tevlî sûcên cûrbecûr bûne teslîmî yekîneyên ewlekariyê hatin kirin.

Di sala 2015an de hejmera zarokên ku ji yekîneyên ewlekariyê re hatine teslîmkirin an jî teslîm bûne  li gor sala 2014an ji sedî 4,4 zêde bû û derkete 303 hezar û 213an.Hat dîtin ji zarokên ku ji ber sûcên bûrbecûr hatine teslîmkirin an jî teslîm bûne  ji sedî 57,4 di navbera temena 15 û 17an de, ji sedî 23,4 di navbera temena 12 û14an de, ji sedî 18,9 jî di bin temena 11  saliyê de ne.

Ji zarokên ku di sala 2015an de ji ber sûcên bûrbecûr hatine teslîmkirin an jî teslîm bûne  ji sedî 66,9 kur û ji sedî 33,1 jî qîz in.

Li gor danayên TUÎKê zarok herî zêde tevlî bûyerên birîndarkirin, bikaranîna madeyên hişber, kirîn û firotina madeyên hişber, xwarina gefê û tevlî sûcên cûrbecûr bûne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir