Li Mûşê pevçûn: 2 PKKyî hatin kuştin û 2 polês birîndar bûn
Li Mûşê di navbera polês û PKKyiyan de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 2 PKKyî hatin kuştin û 2 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin pevçûn di derdora seat 23.05an de li xaçerêya gundê Kiyika Mûşê pêk hat.Di encama pevçûnê de 2 polês birîndar bûn û 2 PKKyî hatin kuştin.Her wiha PKKyiyek hat girtin.Hat ragihandin 2 PKKyî jî digel wesayîta bombebarkirî ji cihê bûyerê reviyane.(ÎLKHA)