• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Li Helebê bi sed hezaran jin, mêr, kal û pîr, ciwan û zarok tên qetilkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

STKyên Îslamî yên Diyarbekirê daxuyaniyekê çapemeniyê lidarxistin. Saziyên Civakê yên Siwîl ên Diyarbekirê bal kişandin ku Sûrî û Ûris li Helebê bi sed hezaran jin, mêr, kal û pîr, ciwan û zarok hatine dûrpêçkirin û trajediyekê mezin devê derî ye.

Suleyman Nazlican li ser navê STKyan daxuyaniyê xwend. Nazlican diyar kir ku teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref DYEyê ve dihat piştgirîkirin û li hemberê vî yekê jî di serî de lîderên dewletên Îslamî û dinya dê fedî liv î yekê mêze dike.

 “Dîmenên ku li Sûrî tên dîtin hinava mirov dişewitîne”

Nazlican bal kişand ku qetlîamên li Sûrî yên bloqên Rojhilat û Rojavayê ya Emperyalîst qetlîamên xwe didomînin. Dûvre Nazlican wiha axavtina xwe domand: “bloqên Rojhilat û Rojavayê ya Emperyalîst li Erdnîgara Îslamê her roj bi qaos û alozî ji şerên navxweyî re zemîn hazir dikin û Li Sûrî rijandina xwîna meslûm û belengazan didomînin. Di bombebarankirin û êrîşên ku ev nêzî 6 salan e didomon de bi sed hezaran jin, mêr, kal û pîr, ciwan û zarok tên qetilkirin. Dîmenên ku li Sûrî tên dîtin hinava mirov dişewitîne.”

Nazlican daxuyaniyê wiha domand: “Li Helebê çendîn meh e ku dorpêçî didome û ji aliyekî ve Ûris û ji aliyekî ve jî zalim Esed qetlîamên xwe didomînin. Li Heleba ku dorpêçî didome ji aliyekî ve bajêr tê bombebarankirin û ji aliyekî ve jî gelê Misliman bi birçîbûnê re rû bi rû tê hêştin. Ji xeynî bombeyên warîlê yên Esede Ûris jî bi bombeyên xarê sûcê cengê dike. Bi girtina rêya Kastîllo yê ku bes têkiliya bi Helebê re ji wir pêk dihat jî re li bajarê ku ji 300 hezar însan zêdetir li wir dijîn felaketek mezin çêdibe.”

 “Li Sûrî trajediyekê nû ya mirovahî devê derî ye”

Nazlican diyar kir pêwîst e ku êdî dewletên Îslamî vî qetlîama li Sûrî bidin sekinandin. Dûvre Nazlican wiha pê de çû: “Avahiyên ku bi bombeyan tên vemirandin û xirabkirin ji ber ku tu alîkariya însanî nagihêje wir li Sûrî trajediyekê nû ya mirovahî devê derî ye. Fitneya ku emperyalîzmê li axên me reşandiye ji ber ku aktora zalimkeriyê ye em hêvîdar nînin ku Rojava huşyar bibe. Lê pêwîst e ku pêşeng û dewletên Îslamê êdî ji vî yekê re bibêjin bes e.”

“Di şûna ser maseyên ku fitne tê reşandin de divê ku ji bo çareseriya pirsgirêkan hewl di bin sîwana Qur’anê de were dayîn”

Nazlican ragihand ku erdnîgara Îslamê ji teref mistekbîr û hevkarên wan ên mehelî ve hatiye dorpêçkirin. Dûvre nazlican wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Erdnîgara me di giravekî de ye û hewl dide ku li jiyanê bimîne. Ji ber v yekê tu kes qêrîn û zarîn, ax û nalîn û cesedên ku perçe perçe bûne nabîne. Em ji teref mistekbîrên dinyayê û hevkarên wan ên mehelî ve hatine dûrpêçkirin. Divê ku bê zanîn dîtina vî yekê bes bi tekitî û biratiya ûmetê re mimkûn e. Ji bo ku dawî li zilma Sûrî bê di şûna ser maseyên ku fitne tê reşandin de divê ku ji bo çareseriya pirsgirêkan hewl di bin sîwana Qur’anê de were dayîn. Pêşeroja Îslamê û mesleheta wê li ser her berjewendiyên komên neteweyî û koman e. Ji ber ku ev rastî nehatin dîtin îro Helb hat dorpêçkirin. (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir