• DOLAR 32.511
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2447.897
  • ...
PKK, TIRê bi ajivanê wê ve şewitand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Kanîreşa Çewlîgê PKKya ku li 2 mintiqeyên ji hev cûda rê birî 5 wesayîtan şewitand. Ajovanê ku nexwest TIRa wî bê şewitandin ma nav pêt û alavan.

Gor agahiyên hatine bidestxistin bûyer doh di derdora saet 23.30yan de li Gundê Hacilarê ya girêdayê navçeya Kanîreşa Çewlîgê ye 2 makîneyên îş li herêma Çemê Herdoyê ya li sînûrê Kanîreş-Erzirom 3 TIRan şeeitand.

Alîhan Kiliçê (55) ku li herêma Çemê Herdoyê TIRa wî şewitandin ji PKKê re ji bo ku wesayîta wî neşewitînin wek bertek got; ‘wesayîta min neşewitînin.’ Li ser vî yekê dema ku TIR hat şewitandin ajovan Kiliç xwe avêt nav agirê. Kiliçê ku ajovanê TIRê bû ma nav agirê de. Mil û desên Kiliçê şewitî.”

“Dema min got we ji xwe 2 wesayîtan şewitandiye qe nebe vî neşewitînin min avêtin nav pêt û alavan”

Kiliç serpêhatiya xwe wiha anî ziman: “Ez êvarê di derdora saet 23.00an de ji Mûşê diçûm Erziromê. Di wî demê de teroran wesayîta min dan sekinandin û j imin nasname xwestin. Piştî ku nasnameya min j imin sitandin ji min re gotin; ‘hûn malê TCyê dikêşin’ û xwestin ku wesayîta min bişewitînin. Dema min got we ji xwe 2 wesayîtan şewitandiye qe nebe vî neşewitînin min avêtin nav pêt û alavan. Dema kum in xwest ku ez rûyê xwe bi destê xwe biparêzim milên min û laşê min şewitî.”

 “Heyî û tuneyiya min çû, deriya min a nanê şewitî”

Kiliç wiha li axavtina xwe domand: “Ez ji dera bûyerê wek revîn dûr bûm. Wî çaxê min dît ku qamyonekî dema ku dît wesayît dişewitin zivirî. Dema ku ajovanê qamyonê min di wî halê de dît min hilanî nav wesayîtê. Min anî Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê. Ez li vir tedawî dibim. Heyî û tuneyiya min çû, deriya min a nanê şewitî.” (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir