• DOLAR 32.602
  • EURO 34.766
  • ALTIN 2496.887
  • ...
Velayetî: Dost û dijmin di rojên dijwar de diyar dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serekşêwirmendê Alî Hamanayê lîderê dînî yê Îranê Alî Ekber Velayetî diyar kir ku wek dewlet Îran di teşebusa derbeyê de piştgiriya gel kirine. Velayetî wiha diyar kir: “Dost û dijmin di rojên dijwar de diyar dibe.”

Sefîrê Îranê ya Tirkiyeyê Riza Hakan Tekîn û Vîalayetî hatin cemhev. Tekîn ragihand ku ji ber helwesta gelê Tirkiyê ya dijî derbeyê ew şanaz in. Her wiha Tekîn diyar kir ji ber ku gelê Tirkiyeyê derbeyê dane sekinandin rêvebirên Îranî pir kêfxweş û şad bûne.

Di derbarê mijarê de Vîlayetî wiha axivî: “Digel cudahiyên di nabeyna Tirkiye û Îranê ya ramanî divê ku em mijarên ku her du dewlet wekhev difikirin derînin pêş. Lewra bes bi hişmendiyek wiha mirov dikare têkiliyên xwe qewîn bike.”

Velayetî bal kişand ku Îran di derbarê teşebusa derbeyê de piştgirî daye hikûmetê û cem hikûmetê bûye. Dûvre Velayetî wiha destnîşan kir: “Dost û dijmin di rojên dijwar de diyar dibe.”

Sefîr Tekîn jî ji ber helwesta Îranê ya dijî teşebusa derbeyê ji rêvebirên Îranê re teşekur kir. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir