• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Malbata eskerê ku berî ve 22 salan hatibû kuştin li benda edaletê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê  bûyerê de naskirîyên Er Nîhat Ozcanê Batmanî diyar kirin kesê qatil serpelek e  û ew her çi qas vê yekê digel raportekê ji meqamên rayedar re pêşnîyaz kiribin jî cinayet bi şikleke zanebûn nehatiye ronîkirin.

Şeyhmuz Ozcanê ku birayê Nîhat Ozcan e di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û destnîşan kir qatilê kekê wî diyar e, lê digel vê yekê di warê ronîkirina cinayetê de tu gavên li ber bi çav nayên avêtin.

Ozcan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji terhîsa kekê wî re 2 roj mabûn û tu sebeb tunebû ku ew firar bike.Ozcan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kekê min ji teref serpelekî ve bi zanebûn hat qetilkirin.Kekê min, kesekî dîndar bû û ji teref hemû kesî ve dihat hezkirin.Kekê min ji teref fermandarê xwe ve hat kuştin û ji bo li ser vê hadîseya kuştinê bê girtin senaryoya fîrarê hat amedekirin.”

 “Em dixwazin qatil bên darizandin”

Ozcan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Kekê min berî vê 22 salan li ber sînorê Sûriyê kuştin û ji kuştina wî re ‘fîrar kir’ gotin.’ Ev 22 sal e ku  çi qas rayedar hebin min rewşê bi devkî û nivîskî ji wan re got lê tu kes pê eleqedar nebû.Em dixwazin kesê qatil bê darizandin.Ev bû bi salan ku em dibêjin di nava artêşê de fermandarên xaîn hene.Kesên ku eskerê xwe dikuje û bêbextiyê li wan dikin hene.Fermandarinan hene ku ji fermandarê Nîhatî xedartir in. Îro ev fermandar teşebûsî darbê kirin, Xweda dizane dê sibe çi bikin.Ger ku di wextê wê de tedbîr hatibana standin û ger ku qatilên Nîhatî hatibana cezakirin, îro dê tu fermandarên xaîn dê newêrîbana teşebûsî darbê bikin.”

Ozcan  her wiha ji dozgerê ku pê re hevdîtin nekiriye re jî bertek nîşan da û got dozgerê ku bi şexsê wî re hevdîtin nekiriye dê lêpirsîneke cîdî çawa bike.

 “Hêza te têra me nake”

Ozcan di dawiya axavtina xwe de qala tiştên ku eskerek ji bavê wî re gotiye kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Esker ji bavê min re got ku fermandarê wî 6 caran heta ku Nîhat bêhiş bikeve lê xistiye û jê re gotiye ‘ger ku tu nimêjê terk nekî ez ê te bikujim.’Roja tezkerê kekê min kuştin û gotin ku firar kiriye.Ev bû bi salan ku em derî bi derî digerin.Me vê êşê kişand bila tu kesê din nekşîne.Tu kesê rayedar bi me eleqedar nebû.Fermandar ji ber ku kêfa wî ji kekê min re nedihat wî kuştiye.Şeva ku kekê min hatiye kuştin bi destmêj e û Qur’anê dixwendibûye.Ez çûm ba wî albayê ku têkiliya wî bi  mijarê re hebû.Wî albayê ji min re got ‘Îro be jî ez ê heta şeveqê îşkence li Nîhat bikim, ez ê wî ker ker bikim û di serê wî de berdim.Dû re jî ez ê wî bavêjim derekê.Hêza te têra me nake.’ Em dixwazin ku ev qatil bên darizandin.Tu rayedar li vî eskerî xwedî derneket.”

Er Nîhat Ozcanê Batmanî berî vê 22 salan li Qereqola Sînorê ya Hasan Gokhan a Hatayê dema ku ji tezkeraya wî re 2 roj mabûn hat îddîakirin ku firar kiriye û ji pişta wî ve hat lêxistin.Malbata ku li ser kevirê gora Nîhat nivîsa şehîd nivîsandiye ji ber ku tu kes bi mijarê re eleqedar nabin bertekdarin û a niha jî  li benda wê roja ku dê edalet bê tecelîkirin radiwestin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir