PKK li Kanî Reşê 5 wesayît şewitand
Hat ragihandin li navçeya Kanî Reşa Bîngolê, PKKyî li du heremên cuda tevde 5 wesayît şewitandin.
Li nêzî mewqiya Nehra Herdo û Gundê Haciyan kesên PKKyî 5 wesayît şewitandin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin kesên PKKyî li gundê Haciyanê Kanî Reşê 2 mekineyên kar û li ser Rêbeja Kanî Reş- Erzeromê jî 3 TIR şewitandin.PKKyiyên ku rê ji trafîkê re girtin piştî ku wesayîtan şewitandin re ji cihê bûyerê reviyan.
Berî vê 10 rojan jî li nêzî mewqiya gundê Haciyan 2 mekineyên kar hatibûn şewitandin.(ÎLKHA)