Xwest ku qîza xelas bike lê ew bi xwe jî xeniqî
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qîza ku digel malbata xwe çûbû seyranê têkete avê û kir ku bixeniqe, bavê qîzê xwest ku qîza xwe xelas bike lê ew bi xwe jî di avê de xeniqî.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Adle Esa(17) ku digel dê û bavê xwe çûbû seyranê ji bo hênik bibe têkete avê.Qîza ku nizanibû avjêniyê di avê de kir ku bixeniqe.Bavê wê xwe avêt avê û xwest ku qîza xelas bike lê ew bi xwe jî di avê de xeniqî.
Cenazeyên bav û qîz ji teref kesên derdorê ve ji avê hatin derxistin û ji bo otopsiyan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.(ÎLKHA)