• DOLAR 32.582
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2424.721
  • ...
Girtin û binçavkirina kesên di bergeha lêpirsînê de didome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gelemperê Tirkiyeyê di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref DYEyê ve hat piştgirîkirin de girtin û binçavkirin bê navber didome.

Riha

Li Rihayê di Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Rihayê de 3 leşkerên xwedî paye ji wezîfeyên xwe hatin îxrackirin. Heta niha di TSKyê de 389 leşkerên xwedî paye yên ku endamên PDY/FETOyê bûn ji wezîfê hatibûn dûrxistin. Di rojnameya fermî de hat diyarkirin ku di fermandariya Cendirmeyan û KHYyê ya bajarê Rihayê Serpelê Kurmaya Cendirmeyan Çetîn Arslan, Tuxamîralê CendirmeyanErtugrul Yalçinkaya û Çawîşç Xwedîpaye yê Binefserê Cendirmeyan Muammer Torlak jî hebû.

Her wiha hat ragihandin ji 16 mamosteyên ku li navçeya Hîlwana Rihayê hatibûn binçavkirin 11ê wî hatine girtin.

Semsûr

Di heman bergeha lêpirsînê de li bajarê Semsûrê Midûrê Herêma Semsûrê ya Niftên Tirkiyeyê S.B. û 6 endazyar ji wezêfê hyatine dûrxistin.

Sêrt

Li Sêrtê tebeleyên 45 dibistan, Vaqif û komeleyan hatin daxistin. Dest bi jimarê hat kirin. Di derheqê van saziyan de di bergeha lêpirsînê de çi miemele hewce dike hatiye kirin.

Her wiha di lêpirsîna ku didome de li Zanîngeha Sêrtê 45 kes ji wezîfê hatin dûrxistin. Di derbarê mijarê de Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Murat Erman daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 4 doçent, 4 alîkarên doçantan, 10 erkedarên hîndekariyê, 2 erkedarên lêgerînê û 10 personelên îdarî jî ji wezîfê hatine dûrxistin. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir