Li Şemzînanê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da
Di encama pevçûna ku li navçeyan Şemzîna Hekariyê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da û 6 esker jî birîndar bûn.Li navçê têketin û derketin hatin qedexekirin.
Li nêzî gundikê Încesuya ku girêdayê Gundê Şapatana Şemzînanê ye di navbera esker û PKKyiyan de pevçûn derket. Têketin û derketina navçê hatin qedexekirin.Her wiha helikopter jî destek didin operasyona ku tê kirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Sererkantiya Giştî ve hatiye dayîn de hat ragihandin di encama pevçûnê de eskerek jiyana xwe ji dest da û yek jî giran tevde 6 esker jî birîndar bûn.
Piştî pevçûnê operasyon dest pê kirin.(ÎLKHA)