• DOLAR 32.387
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2326.31
  • ...
Li ser mal û milkê 3 hezar hakim û dozgeran tedbîr hat danîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di çarçoveya lêpirsîna ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hatibû vekirin de tedbîr li  ser mal û milkê 3 hezar hakim û dozgeran hat danîn.

Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) nêzî 3 hezar dadger û dozger di encama lêpirsîna ku dihat kirin de ji wezîfê dûr xist.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di çarçoveya benda 128emîn a Qanûna Dadgeha Cezayê de daxwaz kir da ku tedbîr li ser mal û milkê van bê danîn  û ev daxwaz ji teref dadgeriya cezayê sulhê ve hat qebûlkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir