Di êrîşa ku li Orduyê hat kirin de 3 esker jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa ku li navçeya Mesûdiyeya Orduyê hat kirin de 3 esker jiyana xwe ji dest dan.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Orduyê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ji hêla daristanan ve li ser eskerên ku derketibûn operasyonê de gule hat reşandin, di êrîşa ku ji teref PKKyiyan ve hat kirin de 3 esker jiyana xwe ji dest dan û 2 esker jî birîndar bûn.(ÎLKHA)