• DOLAR 32.746
  • EURO 35.026
  • ALTIN 2506.529
  • ...
 "Bargeha navend a rêxistina parelelê Zanîngeha Dîcleyê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê Hînkeriyê ya Şaxa Mekazanîsta Hadîsê ya Fakulteya Îlahiyata Zanîngeha Dîcleyê Ahmet Keleş di derbarê teşebûsa darbê ya ku bi piştevaniya Emrîka hat kirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir .Keleş di derbarê mijarê de destnîşan kir zanîngeh ji rêxistina parelel re bûye fabrikaya akademîsyenan û akademisyen li zanîngehên dewletê tên bicîkirin.Keleş her wiha destnîşan kir rêxistina parelel ji sala 2008an vir ve di zanîngehê organîze dibe û hêj bi sedan endamê rêxistina paralel di zanîngehê de hene.

Keleş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir rêxistina paralel ji bo karibe darbe bike rêyên mîna daraz, burokrasî û hilbijartinên giştî ceriband lê ji ber ku tu rê li ber wan nema êdî rêya eskeriyê ceribandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev hemleya wan a dawî bû.Lê me dît ku xelk rê neda teşebûsên mîna vê û dê rê nede jî.Ji vê pê ve jî bi izna Xwedê dê destûr nede jî.”

Keleş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Fethulah Gulen gotiye ku di keştiya cîhanê de kontrol di destê ABD de ye.

Zanîngeha Dîcleyê ji bo rêxistina paralel wek fabrikaya akademîsyenan xebitî

Keleş di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Zanîngeha Dîcleyê ji bo rêxistina paralel bûbû wek  fabrikaya  akademîsyenan û  ji vir jî ji zanîngehên din re akademisyen dihat şandin.Ger ku em bala xwe bidinê rêxistina parelel, wan akademîsyenên ku li vê derê guh daye wan tayînî zanîngeha xwe nedikir.Berewajî wan akademîsyenan dişand wan zanîngehên din da ku zanîngehên dewletê bi dest bixin.”

“Fakulteya TIPê di xizmeta rêxtina paralel de ye”

Keleş di berdewama axavtina xwe de qala Fakulteya TIPê kir û diyar kir Fakulteya TIPê di xizmeta rêxtina paralel de ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Fakulteya TIPê ji rêxistina paralel re bûbû fabrikaya akademîsyenan.Ji  serê rêxistina paralel yek jî Prof. Dr. Aydin Ece bû.Di bin serokatiya vî de gelek tişt hatin kirin.Bi şikleke muazam û wexteke gelekî kurt de kesên pîspor dibûn doçent û doktor.”

Keleş di dawiya axavtina xwe de qala Arîkarê Rektora Zanîngeha Dîcleyê Yener Ozturk kir.Keleş destnîşan kir ev şexs temamê zanîngehê kordîne dikir û  îmzaya xwe avêtiye gelek bêrêtî , neheqiyan û di vê di çarçovê de ji bertekên ku jê re hatiye re wiha bersiv daye ‘Heta ku em nebêjin dozger û hakim nikarin dosya vebikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir