• DOLAR 32.375
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2325.76
  • ...
 "Piştî teşebusa derbeyê di bûyera Ubeydullah Durna de gumanên me zêde bûn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parêzer M. Mehdî Oguz diyar kir ku gumanên wan ên di derbarê ku saziya paralelê bûyera Alîkarê Serokê Şaxa Geverê ya Mustazaf-Derê Ubeydullah Durnayî vedişêre de piştî teşebusa derbeyê di bûyera Ubeydullah Durna de gumanên me zêde bûne.

Di derbarê mjarê de Parêzer M. Mehdî Oguz ji ÎLKHAyê re axavtinek kir. Oguz diyar kir ku di dosyaya Ubeydullah Durnayî de detayên sosret dîtine. Oguz diyar kir piştî qetla Dûrnayî ew çûne Geverê û li wir bi dozger re axivîne. Her wiha Oguz diyar kir ku wan daxwaz kiriye bila ji bo ku delîlên di derbarê mijarê de were berhevkirin çi ji destê wan tê bikin.

Oguz destnîşan kir ku di derbarê qetilkirina Durnayî de di holê de tu dîmen tune. Dûvre Oguz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber bî yekê hat diyarkirin ku kujer nehatine diyarkirin û xebatên di derbarê vî mijarê de didome.”

 “Ji bo ku kujer werin girtin xebatek ji dil çênebû”

Oguz ragihand ku di derbarê girtina faîlan de tu îrade tune. Dûvre Oguz bal kişand ku digel hişdariyan lêpirsînê wek kujernediyar rakirine refê û di domagiya vî yeke de cinayetên siyasî ji nû ve zêde bûne.

 “Gelo di nav darazê de saziyekî ya ku sûcan vedişêre heye”

Oguz wiha axivî: “Dema ku mijar bitevahî tê nirxandin mirov dikare bibêje di nav darazê de saziyekî ya ku sûcan vedişêre heye. Vî yekê me hêj ji wî çaxê ve diyar kiribû. Di derbarê mijarê de me bang li Wezîrtiya Edaletê kir û me çendîn car vî yekê ji siyasetmedar, rêvebirên hikûmetê re diyar kir lê heta îro tu gav nehat avêtin.”

 “Piştî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê di bûyera Ubeydullah Durna de gumanên me zêde bûn”

Oguz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me guman dikir ku saziya paralelê ya di nav daraz û ewlehiyê de hewl didin ku dabaş dosyayê bigirin, kujeran veşêrin, kujeran biparêzin. Ev endîşekê ciddî bû. Piştî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê di bûyera Ubeydullah Durna de gumanên me zêde bûn. Me ji wî dîrokê pê ve bang li rêvebiran kir ku ev dosta were zelalkirin.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir