• DOLAR 32.388
  • EURO 35.075
  • ALTIN 2326.544
  • ...
 "Hevkar ji bo derbekeran endîşedar in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Rihayê di Qada Rabîayê de xîtabê gel kir. Yapicioglu destnîşan kir fermandarên cûntayê ya ku piştî teşebusa derbeyê hatine girtin hevkarên wan ji bo wan endîşedar in.

Yapicioglu diyar kir ji ber ku derbeker hatine girtin hevkarên wan endîşedar in. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ji bo hevkarên xwe yên ku êrîşê vir kiribûn endîşedar in. Ev demek dirêj e ku ji bo wan pere radizandin û wan qeyb kirin. Sedema vî hezîmeta ku derbeker rû bir û man duayên belengazan û nifrînên wan ên ji bo zaliman bû.”

 “Di girtîgehan de bi hezaran însanên mesûm hene”

Yapicioglu bal kişand ku di encama qumpasa daraza paralelê de bi hezaran Misliman hatine girtin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di girtîgehan de bi hezaran însanên mesûm hene. Bê sûc û guneh di encama komploya daraza paralelê û ewlehiyê bi hezaran Misliman hatine giritn. Ev însanên girtî nifrîn kirin û ev nifrîn berhev bûn. Nifrînên ku 40 sal bû dihat kirin di nabeyna 40 saetan de wan ser û bin kir. Divê ku em ji vî yekê êbret hilînin. Heke hûn ahê mezlûman hilînin dê dawiya we wiha bibe.”

 “Dê ji vî tişta ku wek şer tê dîtin gelek tiştên xêr derkevin”

Yapicioglu bal kişand ku pergalek gor nirx û baweriya gel nayê sazkirin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li bajarên Tirkiyê di her 10 salan carek derbe pêk tê. 1960, 1971, 1980, 1997, 2007, 12ê Adarê, 27ê Gulanê, 12ê Îlonê, 28ê Sibatê, E-Muxtiraya 21ê Nîsanê û dûvre 15ê Tîrmehê. Di vî dewletê de çiqas derbe çêdibe. Dema ku pergal hat sazkirin gor nirx û baweriya gel nehat sazkirin. Endamên saziya paralelê çend hezar dibe bila bibe dê bê paqijkirin. Dê ji vî tişta ku wek şer tê dîtin gelek tiştên xêr derkevin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir