• DOLAR 32.372
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2325.61
  • ...
 "Heqên kesên ku di zindanan de ne û mexdûrê rêxistina parelel in îade bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwepêşanên li dijî darbê li Êlihê têkete roja 11emîn. Di xwepêşanên ku bi piştevaniya HUDA PAR, Partiya Saadetê, AK Partî, Platforma Evîndarên Pêxember û bi piştevaniya gelek STKyan tên tertîpkirin. Xelk jî eleqeyeke mezin nîşanî van xwepêşanên li dijî darbeyan didin.

“Êdî tiştekî veşartî nema”

Serokê Platforma Nesla Qur’anê M.Alî Altun di xwepêşanên protestoya teşebûsa darbê de gotina Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş a di warê îadekirina îtîbara kesên ku ji teref Rêxistina Paralel ve hatine mexdûrkirin bi bîr anî û wiha bang li kesên rayedar kir: “Ji vê derê ji Serokomar, Serokwezîr û ji Wezîrê Edaletê re sîtem û xwestekeke me dê hebe. Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş a di warê îadekirina îtîbara kesên ku ji teref Rêxistina Paralel ve hatine mexdûrkirin de soz da.Belê, hûn hê çi disekinin, êdî tiştekî ku xuya nake û veşartî nema.Heq û îtîbara van Yûsufiyên di zindanê de yên ku ji i teref zaliman ve hatine mexdûrkirin îade bikin.”

Piştî axavtina Altun, Endamê Lijneya Îstîşareya Navenda Giştî yê HUDA PARê Beşîr Şîmşek axavtinek kir û diyar kir: “Ev meydanên ku tijê bûne ew meydanên ku ev bû demek dirêj me berîya wê kiribû ye.Em ji vê meydanê  wê dîmena ku Qur’an ji me re dibêje ‘Mumîn birayê hev in’ e. Rebbê min her tim nesîbê me bike ku em her tim di nava hestên biratiyê de û di nav yekîtiyê de tevbigerin.Ji vê yekîtiya me dijmin ji qehran dibeicin û dost jî kêfxweş dibin.”

“Izzet di Îslam, Qur’an û di biratiya Îslamê de ye”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de  destnîşan kir sedema musîbetên ku heta îro dihatin serê me ji ber belavbûn û parçebûna me bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hinek kes zen dikin izet li ba Emrîka û Îsraîlê ye û dixwastin ev kes ziletê bi xelkê bidin jiyandin.Lê çi bû, ew hinek kes zelîl bûn.Halbukî ger ku ji Xweda re îtaat kiribana ew ê vê ziletê nejiyabana.Ew kesên ku ji xwe re dibêjin em Misliman in û di ser de jî radibin izet, azadî û hêzê li ber devê deriyê kufrê digerin bila ji vê yekê ders û ibret bigirin. Izzet di Îslam, Qur’an û di biratiya Îslamê de ye”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir