• DOLAR 32.494
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2429.988
  • ...
 "Heke derbe pêk bihatibûya dê PYD êrîşê Tirkiyê bikira"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaredariya Serê Kaniyê Menderes Atîlla ji ber teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ji ÎLKHAyê re nirxandin kir. Atîlla qala PKKyiyekî a ku li sînûrê hatibû girtin kir. Atîlla diyar kir ew kesgotiye heke derbe pêk bihatibûya dê PYD êrîşê Tirkiyê bikira.

Atîlla diyar kir ku PKK li sînûrê Iraqê heta sînûrê Hatayê amadehî kiribû ku heke derbe pêk bihatibûya dê PKK êrîşê Tirkiyê bikira. Her wiha Atîlla bal kişand ku ev teşebusa debeyê îxanetek mezin e.

 “Têkiliya PYD-FETO bi hev re heye”

Atîlla îtirafê PKKyiyek ê ku li sînûrê hatibû girtin wiha anî ziman: “2-3 roj beriya teşebusa derbeyê hêzên ewlehiya me terorîstek girtin. Hemwelatiyê Tirkiyeyê ye lê ev 20 meh e ku li Sûrî din av PKK/PYDyê de wezîfedar e. gor îfadeya wî bi xwe; ‘em ji sînûrê Iraqê heta sînûrê Hatayê bi çekan bicî bûne. Heke teşebusa derbeyê pêk bihatibûya dê em bihatiban navçeya Serê Kaniyê (Ceylanpinar). Dê me bi taybet ji xeynî polês û leşkerên derbekeran herkesî bikuştina.’ Ev yek jî dide nîşandan ku têkiliya PYD-FETO bi hev re heye. Ev îfadeyên terorîsta ku hatiye girtin e.”

 “Armanca derbeyê ew bû ku Tirkiyê bikêşin nav şerên navxweyî”

Atîlla teşebusa derbeyê wek kişandina şerên navxweyî ya Tirkiyeyê nirxand. Dûvre Atîlla wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke terorîstê ku hatiye girtin îtiraf neke jî dema ku mirov lê mêze dike tê zanîn ku aktorê sereke ya vî derbeyê FETO ye. Lê yekîneyên wî yên bin jî PKK û xayînên li Tirkiyeyê ne. Gor min wan xwest ku vî yekê bikin; ‘Berî em Erdogan ji wir bînin xwarê bila derbe pêk were. Dûvre dê em di nabeyna xwe de hesabên xwe çêbikin.’ Ji xwe armanca derbeyê ew bû ku Tirkiyê bikêşin nav şerên navxweyî.” (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir