• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
 "Wê mexdûrîyeta ku min di darbeya 80an de jiyaye heta ku ez bimrim dê ji bîr nekim"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 
  1. Karakulakê ku di darbeya 1980an de hatibû binçavkirin û îşkenceyên gelek dijwar û xirab lê hatibûn kirin di derbarê mijarê de diyar kir ew îşkenceyên ku lê hatibûn kirin hêj li ber çavên wî ne.Karakulak her wiha diyar kir piştî ku ew ji girtîgehê derket hatiye fîşkirin û  ji ber vê yekê jî tu kesî wî negirtiye îş.

Karakulak di nirxandina ku kir de qala berîya darbeya 12ê Îlona 1980an û piştî wê kir û alozî, neheqî, tevlîhevî û qembaxiya ku di wê heyamê de derketine holê, her wiha zehmetiyên ku însan ji ber darbê kişandine kir.Karakulak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “

 “Ez li Rihayê 60 rojan di tugaya rêveberiya awartê de di binçaviyê de mam”

Karakulak di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoya binçaviya xwe ya li Rihayê kir û wiha destnîşan kir: “Piştî ku min binçavkirin, min birin tugaya rêveberiya awarte ya li Rihayê.Li Rihayê em di hucreyekê de 100-150 kes diman û jêpirsîna me li wê derê dihat kirin.Îşkenceyên giran ên mîna lêdan, ceyran, hilcoya Fîlîstînê û yên mîna van giran li me dihatin kirin.Ji ber îşkenceyan ez ketim komayê.Dema ku ez diçûm destşoyê hûn ji min diherikî.Nêzî 60 rojan li Rihayê di bin binçaviyê de mam.Dû re min û 45 kesên din şandin Kişlaya Kurtogluya Diyarbekirê.”

Karakulak di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Li Kişlaya Kurtogluyê du  qewîş hebûn û 250 kes di wan qewîşan de diman.Her roj îşkenceya fîzîkî li me dihat kirin.Her roj merşên nîjadperest û şovenîst ên Kemalîst bi me didan xwendin.Ji me re digotin ku hûn ê rojê 50 merşî ji ber bikin.Min çi qas hewil da jî di rojekê de tenê 8 merş ji ber kir.Ji ber vê yekê jî lêdan dest pê kir.Ji ber ku di destên wan de tu belge tunebû, min  di mehkemeya yekem de beraat kir.”

Karabulak di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku ew ji girtîgehê derket ji ber ku ew hatibû fîşkirin ez nikaribû li tu derî bixebite û ew heta ku bimre wan tişkên di pêvajoya darbê de jiyaye ji bîr neke.

 “Ez beriya darbeya 80î bûm mexdûrê PKKê û piştî wê jî bûm mexdûrê darbekeran”

Karakulak destnîşan kir ew di heyama lîseyê de  hevalekî wî di kemîna PKKê de  birîndar bûye û dû re zehmetiyên ku ew di heyama xwendevantiyê de kişandiye wiha anî ziman: “Di dema xwendevantiya min de pevçûnên komên xwendevanan hebû.Min li Qoserê mekteb dixwend.PKK li mekteban rêxistibûnê dikir û digot ‘hakimiyeta vê mektebê  di destê me de ye, hûn bêyî xebera me nikarin bixwînin.’ Bi van gotinan zextan li me dikir.Ji ber ku em tevlî wan nedibûn êrîşî me dikirin.Rojekê dema ku em ji mektebê derketin li ba hala kevin kemîn li pêşîya me danîbûn û êrîşî me kirin.Di êrîşê beriya darbeya Em berîya  darbeya 80î bûn mexdûrê PKKê û piştî wê jî bûn mexdûrê darbekeran.”

 “Di kolana çalan a PKKê de alîkariya çek û îstîxbaratê  ji teref general û subayên FETO ve dihatin dayîn”

Karakulak di berdewama axavtina xwe de diyar kir di kolana çalan a PKKê de alîkariya çek û îstîxbaratê  ji teref general û subayên FETO ve dihatin dayîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 12ê Îlonê de tememê koman ji rastê rakirin û Fethulah Gulen anîn li dijî muxalefeta civakî.Ji hêla aboriyê ve destekê dane û di artêşê de wan bi cî kirin.Dû re ev kes dest bi hereketkirina digel îqtîdarê kirin.Piştî darbeya 80î bi Turgut Ozal, Bulent Ecevît û Sileyman Demîrel re xebitîn.Herî dawî jî bi AK Partiyê re xebitîn.Beriya 17ê Berfanbarê bi AK Partiyê re koalîsyoneke veşartî kirin.Heyama ku FETO lê herî zêde bi hêz bûye heyama AK Partiyê ye.Dû re ji ber girtina dersxaneyan û operasyona 17-25ê Berfanbarê peyderpey ji hev dûr ketin.Dû re Rêxistina Paralel a Fethulah Gulen bi Çepa Kemalîsta Tirkan û bi PKKê re li hev kirin.Dû re jî stratejiya xwe guhartin. Di kolana çalan a PKKê de alîkariya çek û îstîxbaratê  ji teref general û subayên FETO ve dihatin dayîn.”

“Ew hakîmên ku di salên 90î de şexsîyetên Îslamî digirtin a niha ew bi xwe hatin girtin”

Karakulak di dawiya axavtina xwe de balan kişande li ser bêhiqûqiyên ku di salên 90an de li komên Îslamî û wiha dawî li axavtina xwe anî: “FETO/Rêxistina Paralel  hareketên Îslamî ji xwe re reqîb didît.Ji xwe ew bi xwe Îslamê suîstîmal dikirin.Dema ku em şêwaza rêxistîbûna wan dinêrim em dibînin ku tu eleqeya wan bi Îslamê re nîne.Ev kes di wan salên 90î de belesebebû bêsûc hareketên Îslamî yên ku ji xwe re wek reqîb didîtin darazandin û wan girtin.Îro jî ew kesên dadger yên ku wan didarizandin bi xwe jî tên girtin.Di vî awarî ew kesên ku di rabirdûyê de hatine mexdûrkirin pêwîst e cardin bên darizandin ku di vê de fêde heye.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir