• DOLAR 32.59
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2489.05
  • ...
 "Derbe di civakê de birînên kûr derdixe holê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hanîfî Turanê 64 salî çyê ku wek mamosteyê teqewîd li Diyarbekirê dijî bûye şahidê derbeyên 27ê Gulana 1960, 12 Îlona 1980yan û her wiha ew dîsa bûye şahidê teşebusa derbeyên 20ê Gulana 1969, 9ê Adara 1971 û 15ê Tîrmeha 2016an.

Turan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku derbeya 1960an pêk hat ez zarok bûm. Li gundê me bes radyoyekî hebû. Tê bîra min ku mezinên me xebera derbeyê ji radyoyê guhdarî dikirin. Di 12ê Adara 1970yan de muxtira hat dayîn. Ez wî yekê jî wek derbeya leşkerî dibînim. Me zext û zilmên qomandoyan ji bîr nakin. Ji bo ku gundî top û çek bînin nav dibistanan îşkence li wan dihat kirin.”

Turan ragihand ku derbe li ser însanan bi şiklekî neyînî bandordar dibe. Dûvre Turan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di sala 1980yan de artêş dest danî ser rêvebiriyê. Li erdnîgara me çiqas ciwanên ku xwendine hene gelemperê wî ya revî Ewrûpayê yan jî wan avêtin zindanan. Dema ku derbe pêk tê dawî li hiqûqa derbeyê nayê. Li ser civakê bandorek neyînî dihêle. Ez di girtîgehan de pir nemame. Bi tevahî 10 roj jî tune. Lê ez 94 roj di binçaviyê de mam. Ez dûçarê îşkenceyan bûm.”

 “Îşkenceyên cûr bi cûr li zarokên min kirin”

Turan wiha qala serpêhatiyên xwe yên di heyama derbeyê de kir: “Ez di sala 1995an de hatim girtin. Em bûn şahidên cûr bi cûr îşkenceyan. Min asqiya Filîstînê dît. Min tazî kirin. Av li min kirin. Dûvre min dan ceyranê. Ev karên însanan nîne. Ji ber ku şer e ez tiştên din nabêjim. Pîreka min û zarokên min ên ku umrê wan 8 û 12 salî bûn bi tevahî 5 zarokên min anîn cem min û li wan îşkence kirin. Îşkenceyên cûr bi cûr li zarokên min kirin. Li ber çavên min zarokên min dan ceyranê. Dema ku wan didan ceyranê ew radibûn û rûdiniştin. Wan jî ji min re digotin; ‘lê mêze bike çawa dilîzin.’ û dikenîna.”

 “Heke derbeker rêvebertiyê bi dest bixistibana dê rêveberiya awarte îlan bikiribana”

Turan diyar kir ku piştî derbeya leşkrî miemeleyên bê edalet û bç wîjdanî dihatin kirin. Dûvre Turan wiha dawî li axavtina xwe zêde kir: “Tu nikarî bi şiklekî azadane rêwîtî bikî. Kengî bixwazin dikarin rê asê bikin. Dê rêveberiyên leşkerî de mehkemeyên rêveberiya awarte heye. Heke derbeker rêvebertiyê bi dest bixistibana dê rêveberiya awarte îlan bikiribana. Heke derbeya leşkerî pêk bihatiba dê çi qas bixwestibana bikarîbana di ser malên me de bigirtibana.” (ÎLKHA)



 







Bu haberler de ilginizi çekebilir