• DOLAR 32.419
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2491.907
  • ...
 "Ceza dan tel'îna Îsraîlê jî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di sala 2009an de Li navçeya Qosera Mêrdînê ji ber ku Îsraîl li Filîstînê wek qetlîam 1400 şehîd kiribû nimêja xiyabî ji bo wan hatibû kirin û dûvre Îsraîl hatibû tel’înkirin. Piştî vî yekê dozgerê wî çaxê di derbarê wî daxuyaniya çapemeniyê de dest bi lêpirsînê kiribû.

Di daxaznameya dozgeriyê de wiha hatiye diyarkirin: “Di dema daxuyaniya çapemeniya raya giştî de ji ber ku qelebalixê wek slogan gotiye; ‘Qeher li Îsraîlê were, Qetîlê zarokan Îsraîl ji Filîstînê biqeşt, Ji Hemas re selam tekoşînê re berdewam’ û dovîzên ‘Îsraîlê qetîlê zarokan’ hatiye tespîtkirin.” Di encama ku doz ziviriye cezayê de 8 endamên Îrfan-Derê wek ceza 1,5 sal hilgirtiye.’

“Kesên ku doz vekiribûn hevkarên DYE û Îsraîlê bûn”

Îsmaîl Çevîkê ji rêvebirên Îrfan-Derê yê ku bi hinceta ku Îsraîlê tel’în kiriye ji  teref polês û hakimên Saziya Paralel ve hatiye cezakirin wiha qala mijarê kir: “Di sala 2009an de ji ber ku Îsraîlê Sîyonîst êrîşê Xezeyê kir hemî rayên giştî yên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê bi şiklekî tûnd bertek nîşandan. Wek STKyan me jî me xwest ku em cem birayên xwe yên Misliman bibin. Ji ber vî yekê me wek rêvebirên Îrfan-Derê daxuyaniya raya giştî lidar xist. Me bi ewlehiya navçeyê re hevdîtin kir. Wan diyar kirin ku dikarin vî bernamê lidar bixin. Me bê pirsgirêk bernameya xwe li dar xist. Dûvre me nimêja xiyabî eda kir. Çend roj piştî daxuyaniyê ji ewlehiyê xeber hat ku di derheqê me de doz hatiye vekirin. Dema ku parêzerên me li dosyeyan nêrtine me bihîst ku ev dosya ji ber xwepêşan û mixafeletiya dijî qanûnan hatiye vekirin. Kesên ku doz vekiribûn hevkarên DYE û Îsraîlê bûn.”

 “Wan bi hezaran însanan mexdûr kirin”

Çelîk diyar kir li herêmê çi biqewime tiliya Saziya Paralel tê de heye. Dûvre Çelîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev saziya ku wek saziyek Îslamî dihat nişandan bi hezaran însanan mexdûr kirin. Çendîn sal e ku bi qumpasên wan ji ber ku dersê Qur’anê daye ev 26 sal e ku gelek însan di zindanan de ne. Di salên 90an de gelek însanan şehîd kirin. Gelek însan mecbûr man koç kirin. Gotinekî meşhûr heye; ‘heke kufir bidome jî zilm nadome’. Vana davik vedan lê davika Xweda davika herî bi xêr e. Em însan hinek bê sebr in lê tu wext ahê mezlûm û belengazan li erdê namîne.”

 “Mislimanan qezenc, wan qeyb kirin”

Çevîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi îzn û rêzayê Xweda ev teşebusa derbeyê pêk nehat. Van 2 xalan hesab nekiribûn. Yekî ji wan alîkariya Xweda, ya duyemîn tekoşîna gel. Di gel hemî raman, cemaet, STKyên cuda plana van kesan xirab bû. Hemd ji Xweda re Mislimanan qezenc wan qeyb kirin. Mislimanên li welatên din qezenc kirin. Ewrûpa, DYE, Îsraîl û hevkarên wan ên derve û hindir winda qeyb kirin.”

Ji rêvebirê Îrfan-Derê Îbrahîm Bahadûr wiha destnîşan kir: “Eşkereye ku di salên 1990an de wan gelek kesan kuştine. Wan ji xwe re qilifek li hev anîbûn û ji Xweda neditirsan gelek însanan qetil dikirin. Yanê zilma herî dijwar wan li Mislimanan kirin.”

Zeyneddîn Guler jî diyar kir ku binasiya cezadayîna wan pir şaşomaşo ye. Sloganên wek ‘Qehr li Îsraîl were’ û ‘Bijî Filîstîn û Xeze’ wek sûc hatiye hesibandin.

 “Bila birayên me yên ku ji teref vî saziyê ve hatine girtin werin serbestberdan”

Guler wiha axavtina xwe domand: “30-40 sal e ku ev sazî dixebite. Heke hûn bala xwe bidinê ev bi her îktîdarê re têkiliya wan heye. Heyama wan a herî qewîn di çaxê AK Partiyê de bû. Hema hema hemî saziyan bi dest xistin. Teşebusa derbeya 17-25ê Berfanbarê da nîşandan ku ew wî çaxê pir bi hêz bûn. Dê wî çaxê de ser neketin. Dîsa hewl dan ku teşebusa derbeyê 15ê Tîrmehê pêk bînin. Saziya Paralel di salên 90 û 2000an de ji ber ku dersê Qur’anê didan cezaya sermedî da gelek însanan. Wek STK em dixwazin bila birayên me yên ku ji teref vî saziyê ve hatine girtin werin serbestberdan.” (ÎLKHA)
 









Bu haberler de ilginizi çekebilir