• DOLAR 32.498
  • EURO 34.764
  • ALTIN 2490.188
  • ...
 "Kesên ku darbê nejiyane , nizanin darbê çi ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mexdûrê darbeya 12ê Îlonê Vasif Kahramanê ku  teşebûsa darbeya di 15ê Tîrmehê de bi piştevaniya Emrîka hat kirin ji ÎLKHAyê nirxand diyar kir ew di heyama darbê de ji ber navê zarokên xwe dihat binçavkirin û gelek zêde îşkence lê dihat kirin.

Kahraman di berdewama axavtina xwe de diyar kir berî ku darbe bê îlankirin ew li navçeya Pasûra Diyarbekirê mamostetî dikir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di heyama darbê de li Pasûrê ji teref komek esker ve hatim binçavkirin.Dema ku ez li mektebê bûm xwendevanê nobedar hat li ba min û got ku esker ji bo te bigrin hatine.Dema ku ez derketim hewşa mektebê eskeran min birin qereqolê.Li qeraqolê çawîşê sereke ji min pirs kir ‘tu bi xêr hatî Vasifê azadîxwaz.’ Min jî jê re got ku ez ne azadîxwaz im.Çawîş dîsa ji min pirsî ‘Tu ji kîjan rêxistinê yî?’ Min jê re got ku têkiliya min bi tu rêxistinê re nîne.Ji min re got ‘Tu ma ne endamê Komeleya Piştevanî û Pevgihana Mamosteyên Tirkiyê yî, ma navê zarokê te ne Denîz Gezmîş e?’ Min jî got belê.Ji min re kaxizek dirêj kir û ji min xwest ku ez wê kaxizê îmze bikim.Min jî wê kaxizê îmza kir.Pişt re ji min re got ku ‘qusurê nenêre , vêcarê ji serokatiya rêveberiya awarte tê xwestin, ez ê tê bişînim wê derê.’ Û min şand wê derê.Min birin Fermandariya Alaya Cendirmeyan û li wê derê min avêtin hucreyekê.Ez di wir de 8 rojan mam û dû re min birin navenda binçaviyê.Piştî 15 rojan  min xistine îşkencê, heta 15 rojan îşkence li min nehat kirin, lê belê dengê kesên ku îşkence li wan dihat kirin min dibihîst.Hawar hawar û qerîn û nalînên wan bû.”

Kahraman di berdewama axavtina xwe de diyar kir car car îşkence lê dihat kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min didan ceyranê û min bi asqiyê ve didaleqandin.Her wiha lêdan jî hebû.Hinek kes li ber îşkenceyan xwe nedigirtin.Di bin îşkenceyan ji min re digotin ku ‘bibêje.’ Min jî ji wan re digot ka ez çi bibêjim.Ji min re digotin ‘me pîrê we qefaltiye, biaxive.’ Ez nizanibûm çi bibêjim û îşkence dest pê dikirin.Kaxizek ji min re anîn û ji min xwestin da ku ez wê îmze bikim.Min ji wan re got heta ku ez nexwenim ez dê kaxizê îmze nekim.Çavên min vekirin.Ji ber ku çavên min demek dirêj girtî mabûn min ber xwe nedidît û min nikaribû tiştên di kaxizê de bixwînim.Min zen kir ku di kaxizê de tiştek nehatiye nivîsandin û min kaxizê îmze kir.Dû re min birin dozgeriyê.”

“Nan û av bi hevre nedidan, dabana jî av şor bû”

Kahraman di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kaxiza ku îmze kiribû li dozgeriyê wek delîlekê dergetiye pêşîya wî û wiha pê de çû: “Dozger ji min re got ku ‘te gotiye ku ez endamê rêxistinê me.’ Min kir ku ez jê re bibêjim min tiştekî wisa negotiye lê wê kaxiza ku di bin îşkenceyan de bi min dabûn îmzekirin nîşanî min da.Dû re min birin ba hakimê jêpirsînê û hakim min da girtin. Dû re min birin girtîgehê.Li wê derê digel çend kesan me birin bin derenceyan û li wê derê li me dan.Li girtîgehê her tim lêdan hebû. Dû re me xistin hucreyeke 2 metre çarçik bû û 18 kesî xistibûn nava vê hucrê.Ji ber ku cî tunebû em nikaribûn bilivin.Em bi dorê rûdiniştin û me behna xwe berdida.Ji xwe av û xwarin nînbû.Heke hebana jî gelekî şor dihat.Me nizanîbû ji tîbûnê çi bikin.Em 20 rojan di hucrê de man.Berî ku me ji hucrê bibin koxuşan destavê xitimandibûn û ew ava destavê bi temametî bi hêla hucre û qawîşan de herikîbû.Dû re esker hatin ku me bibin serşoyê.Gelekî kêfa me hat.Meger ku serşoya wan ew ava destavê ya ku kombûbû .Ji me xwestin ku em di cihê xwe de gavên xwe bavêjin.Me jî biya wan kir.Lê dema ku me gavên xwe di cihê xwe de diavêt ew ava laximê hemû bi ser me de dipekiya.Dû re ji me xwestin ku em xwe li erdê gêr bikin, hinekan xwe gêr nekirin.Bi qalasan li ser wan qelişandin.Dema ku me wê xwînê dît xwe avêt erdê.Wê ava pisiyê bi cil û kincên me dan paqijkirin.”Dû re me birin qewîşê.”

 “Heger ez rojeke din dereng çûbana revîrê ez dê bimrana”

Kahraman di berdewama axavtina xwe de qala kiryar û sepanên ku di qawîşê de li wan dihat kirin û zehmetî û elemên ku wî û hevalên wî yên di qewîşan de dikşand kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez jî weke hevalekî xwe nexweş ketim.Piştî mirina hevalê kin di girtîgehê de revir hat vekirin.Min gazina û giliyên xwe ji wan re got û  min jî birin revîrê.Heger ez rojeke din dereng çûbana revîrê ez dê bimrana.Li wê derê desteva min teng bû û min xwest ku min bibin destavê, lê mi xwe nekir û min di bin xwe de kir.Gardiyan hat ku li min bide.Lê doxtar çawa dengê wan bihîst hat ba me û rewşê pirs kir.Min jî jê re rewşê îzah kir.Doxtor çawa guyê min dît min sewqî nexweşxanê kir.Lewra tev xwîn û îltîhap bû.Piştî demekê gardiyan bi daran gelekî zêde li min dan.”

 “Ez bang li temamê xortan dikim, darbe tên çi watê bila hîn bibin”

Kahraman di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew piştî demekê ji malbat û parêzerê xwe xwestiye ku da cardin neyên hevdîtina wî, lewra li gor gotina Kahraman di girtîgehê de gelek îşkence û gelek zêde jî tehdayî li wan dihat kirin.Kahraman di dawiya axavtina xwe de bang li xortan kir da ku li ber temamê darbeyan rabin ser piyan û li ber wan bisekinin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Min bi xwe 3 darbe dît.Hemû jî wek hev bûn.Di hedefa her 3yan de jî azadî û mafên însanan hebû.Li dijî nedayîna heqên Kurdan bû.Îro hinek kes vê teşebûsa darbê  cîdî nabînin û wek leystikekê dibînin.Di nava vî karî hêzên derve û hindur hene.Li gor xwe derdorê sererast dikin.Her cûrê darbê pîs e û nebaş e.Lewra nîzam, qanûn, rêbaz nîne, însanetî nîne.Pêwîst e li ber temamê darbeyan bisekinin.Darbe ji rastê tê yên li çepê dibe û ji çepê tê yên li rastê dibe.Ferq nake.Ew kesên  ku darbê nejiyanme nizanin darbe çi ye.Ez bang li temamê xortan dikim.Bixwînin da ku hûn hîn bibin ka darbe çi ye”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir