Xwepêşanên li dijî darbê li Diyarbekirê berdewam dikin
Xwepêşanên xelkê Diyarbekirê yên li dijî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê berdewam dikin.
Xwepêşanên li dijî teşebûsa darbê têketin roja 8emîn.Xelkê ku li çar aliyê welêt xwe berdidin kolan û meydanan peyamên yekîtî û digelheviyê dide.
Diyarbekiriyên ku piştî nimêja êvarî li Park Ormanê kom bûn jî bi sloganan darbekeran û Emrîkaya ku ji wan re piştevaniyê dikin re lenet anîn.
Xelkê ku bênavber tekbîr dianî ji kesên darbeker re îdamê xwest.(ÎLKHA)