• DOLAR 32.319
  • EURO 35.135
  • ALTIN 2292.318
  • ...
Nimêja hacetê a dijî derbeyê hat edakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hemwelatiyên ku li navçeya Tarsûsa Mêrsînê beşdarê protestoyên dijî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê bûn li ber qeymeqmtiya navçeyê nimêja hacetê kirin û ji bo yekitî û biratiyê dua kirin.

Di nimêja ku li ser Cadeya Bulwara Edenê ji teref Waîzê Miftîtiya Tarsûsê Mikaîl Tayşan ve hat edakirin de Tayşan axavtinekî bi kurtasî kir.

Tayşan qala girîngiya nimêja hacetê kir û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nimêja hacetê ji bo ku em daxwaziyên xwe ji Xweda re ragihînin tê kirin. Nimêja hacetê him ji bo daxwaziyên vî dinê û him jî ji bo daxwaziyên axîretê were cî şevên Înê tê edakirin. Em jî bi vî nimêjê ji Xweda ji bo welatê xwe yekitî û selametî dixwazin û temenî dikin ku Xweda firset nede kesên ku li ser welatê me dilîze.” (ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir