• DOLAR 32.359
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2309.021
  • ...
Bav û qîza wî jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê erbekekî paş ve li qamyonê qelibî. Di encama qezayê de bav û qîza wî ya 1 salî jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin Îbrahîm Halîl Îçliyê 36 salî wesayîta ku pleqeya wê 50 DE 201 bû  diajot. Di dema ajotinê de erebe li qamyona ku ajovanê wî S.K. û oleqeya wê jî 06 NDF 63 bû qelibî.

Di encama qezayê de bav Îbrahîm Halîl Îçlî û qîza wî ya bi navê Gonul Erva Îçlî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di qezayê de Omer Akgun  û Yildiz Îçlî yên ku birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyê.

Di derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.(ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir