• DOLAR 32.598
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2499.242
  • ...
 "Selefî Nûra li Misirê û FETOya li Tirkiyê fermanan ji Emrîkayê werdigirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji rayedarên Îxwanul Muslîmun Prof.Dr. Muhammed Seîd di derbarê şibînên darbeya Misirê û teşebûsa darbeya Tirkiyê de nirxandinan kir û diyar kir  Selefî Nûra li Misirê û FETOya li Tirkiyê emran ji Emrîkayê distînin.

Prof.Dr. Muhammed Seîdê ku di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir daxuyaniyên girîng da.Em hevpeyvîna ku me bi rayedarê Îxwanul Muslîmun Prof.Dr. Muhammed Seîd re kir bi we re parve dikin.

Cenabê Seîd, hûn wê teşebûsa darbê ya ku li Tirkiyê hat kirin çawa dinirxînin?

 “Ji rojhilat bi rojava û ji bakur bi başûr ve herikîna xelkê ya kolanan teşebûsa darbê têk bir”

Gelek sedemên bi ser neketina teşebûsa darbê hene.Sedema herî girîng ew e ku hinek çawkaniyên din xebera kirina darbê wergirtin û hat fêmkirin ku ew ê darbe bê kirin.Em dibînin ew darbeya ku dihat xwestin di seat 03.00ên êvarê de bê kirin  ji ber ku hatibû hînbûn zû dest pê kir.Sedema dî jî herikîna xelkê ya bi ber kolanan ve bû.Ev sedema herî girîng bû.Ji rojhilat bi rojava û ji bakur bi başûr ve herikîna xelkê ya kolanan teşebûsa darbê têk bir.Xala din ev e ku ji her komê cûrbecûr hemû kes li ba hikûmetê cî girt.Bi banga Erdogan ew kesên ku jê re reqîb bûn jî xwe berdan kolan û meydanan ku ev yek jî balkêş e.Bi heman awayî sedema bi serneketina teşebûsa darbê rawestîna xelkê Diyarbekirê ye.Exlebeya Diyarbekrê jî, xwe berda kolanan.”

Cenabê Seîd, cûdahî û şibînên di navbera darbeyên li Misirê û Tirkiyê de çi ne?

“Darbeyên ku li Misir û Tirkiyê hatin kirin li dijî Îslamê hatin kirin”

Elbet şibîn û cudahiyên wan hene.Ewelen di warê şibînê de her du jî darbeyên eskerî ne. Darbeyên ku li Misir û Tirkiyê hatin kirin li dijî Îslamê hatin kirin.

Hêlên cûda jî ev in; li Misirê darbe ji teref Serokê Sererkaniya Giştî ve hat kirin, lê li Tirkiyê Serokê Sererkaniya Giştî û yên bin re li dijî darbê rawestiyan.Her wiha li Misirê hinek derdoran destekê didan darbeya ku hat kirin, lê li Tirkiyê temamê xelkê li dijî darbê sekinî û li cem AK Partî û hikûmetê cî girt.Ji ber vê yekê teşebûsa darbê ya li Tirkiyê bi ser neket.Lê li Misirê bi ser ket.Li Misirê ev bû 3 sal ku darbe berdewam dike, lê li Tirkiyê di 3 seatan de darbe hat têkbirin.”

 “Selefî Nûr  û FETO emran ji Emrîkayê distînin”

Belê , heqîqeten di navbera her duyan de jî şibînên cîdî hene.Mesela Selefî Nûra li Misirê û FETOya li Tirkiyê emran ji Emrîkayê distînin.Her du jî qaşo xwediyê nêrîna Îslamî ne lê hewil didin darbe bikin û pêşîya xebatên Îslamî bigirin.

Cenabê Seîd, gelo peyameke ku hûn bidin xelkê Tirkiyê heye?

“Bila însan zen nekin ku wan bi xwe darbê sekinandin, Xweda ji bo Tirkiyê xêrê mirad kir”

Ez dixwazim ji xelkê Tirkiyê re vê yekê bibêjim, bila bibin yek û yekîtiya xwe ya mewcûd bi hêztir bikin.Belê dibe ku hemû kes wek hev nefikire, lê divê ev yek di xizmeta memleket de be.Bila ew kesên ku di pêvajoya darbê de camiyan dagirtin û bi şikleke girseyî nimêj kirin vê helwesta xwe bidomînin.Bila berê xwe bidin Xweda û tobe û şikir bikin.Xweda di Sûreta Îbrahîmê de ‘Heger hûn şikir bikin elbet ez ê wê nimeta xwe li ser we zêde bikin’ dibêje. Bila însan zen nekin ku wan bi xwe darbê sekinandin, Xweda ji bo Tirkiyê xêrê mirad kir.Bila însan qiymeta vê yekê bizanibin û ji bo Xwedê  li derdora dînê xwe bicivin.A muhîm ev e.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir