Rîsaleya Nûr û kitêbên Fethullah Gulenî li çopgehê hatin dîtin
Li Semsûrê li ser çopgeha bajêr berhemên Rîsaleya Nûr û kitêbên Fethullah Gulenî hatin dîtin.
Lêpirsîna ku di derbarê teşebûsa darbê ya ku di 15ê Tîrmeha 2016an de bi piştevaniya Emrîka hatibû kirin hêj berdewam dikir ku li çopgeha Semsûrê gelek kitêbên Fethulah Gulenî û berhemên Rîsaleya Nûr hat dîtin.
Di nava kitêbên ku hatine avêtin de Qur’ana Kerîm, berhemên Rîsaleya Nûr û kitêbên Gulen ên bi navbê Prîzma,Nûra Sermedî, Cêra Şikestî û hwd. hebûn.(ÎLKHA)