• DOLAR 32.33
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2297.202
  • ...
HUDA PAR: Tetbîqkirina OHALê xemgînwar e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê hat lidarxistin MGK civiya û diyar kir ku OHAL dê were îlankirin. Piştî vê yekê wek partî HUDA PAR di derheqê rewşa neasayî (OHAL) de daxuyaniyekê wek nirxandin daxuyand û daxuyaniyên girîng da.

Di daxuyaniya ku ji teref HUDA PARê ve hat dayîn de hat diyarkirin pêwîst e ku derbeker cezaya heq dikin bibînin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Şeva 15ê Tîrmehê di nav hêzên çekî yên ku dê zanîn ev endamên FETOyê ne teşebusa derbeyê kirine. Dûvre di saya Serokkomar, hikûmet, partiyên siyasî û bi raya giştî re bi tevahî sekinandina gelê me ya dijî derbeyê de hemd ji Xweda re ku ev derbe pêk nehat. Piştî vî yekê jî hikûmet di MGKyê de bi hinceta paqijkirina derbekeran a ji welat ji bo 3 mehan rewşa neasayî hat îlankirin. Helbet milet hêvîdar e ku ji derbekeran re cezayên herî giran were dayîn.”

 “HUDA PAR: Tetbîqkirina OHALê xemgînwar e”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dê carinan di tetbîqkirina OHALê de tetbîqata ku heta niha tu kes nebûye şahid dê were dîtin. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat belavkirin: “Dema ku di sala 2000an de AK Partî hat serê hikûmetê îcraeta wî ya herî ewil rakirina OHALê bû. Di hilbijartinan de AK Partî vî yekê wek propexende anî ziman. Piştî 14 salan dûbare tetbîqkirina OHALê xemgînwar e. Tê diyarkirin ku OHAL ji bo 3 mehan hatiye îlankirin. Lê heke îhtiyac hebe dibe ku bê dirêjkirin.”

 “Heke wextê OHALê were dirêjkirin û dengeya ewlehî/azadiyê xirab bibe dê hikûmet zirarê bibîne”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin dê rewşa awarte (OHAL) her kesî bandordar bike. Dûvre wiha dawî li daxuyaniyê hat: “Hinek endamên raya giştî îlankirina OHALê wek çawa ku azadiya mirov zêde dibe weşan dikin. Lê kêm an jî zêde dê OHAL herkesî bandordar bike. Heke wextê OHALê were dirêjkirin û dengeya ewlehî/azadiyê xirab bibe dê hikûmet zirarê bibîne. Çi di heyama rewşa asayî û çi di heyama rewşa neasayî çi wex dibe bila bibe ya girîng ew e ku mirov bi edalet hereket bike û adil bibe. wek HUDA PAR em dibêjin bila ev derbeker werin cezakirin.” (ÎLKHA)
 

Bu haberler de ilginizi çekebilir