Li Erxeniyê şer: 3 polês mirin
Li Erxeniyê di dema serdegirtina malekî de şer derket. Di encamê de 3 polês jiyana xwe ji dest dan û 2 polês jî birîndar bûn.
Li navçeya Erxeniya Diyarbekirê polêsan dema ku di malekî de serdegirtin kirin pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 3 polês jiyana xwe ji dest dan û 2 polês jî birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin li Taxa Fevzî Çakmaka Erxeniyê de di derdora saet 02.00an de li mala ku 5 PKKyî tê de bûn serdegirtin hat lidarxistin. Di wî demê de di nabeyna PKK û polêsan de şer derket.
Gor agahiyên hatine bidestxistin 2 polêsên bi navên E.Y. û S.A. li dera pevçûn hebû jiyana xwe ji dest dan û polêsê bi navê A.C. jî di Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenî de jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku pevçûn heta berê sibe (05.10) domiye. (ÎLKHA)