Li Siwêrekê germahî derkete 58 dereceyan
Li navçeya Sîwêreka Rihayê germahiya hewayê derkete 58 dereceyan.
Germahiya hewayê ya ku di van rojên dawî de li navçeya Sîwêreka Rihayê tesîra xwe nîşan dide zehmetiyê dide hemwelatîyan.Termometreya li navçê germahiya hewayê wek 58 derece nîşan da.
Li navçê hat dîtin hemwelatî ji bo ji germahiyê zirarê nebînin xwe didin ber cihên bi seh û zarok jî ji bo hênik bibin dikevin hawizên avê.
Li navçê ji bo di navbera seat 12.00 û 16.00an de xelk dernekeve derve îqaz tên kirin.(ÎLKHA)