Li Bîngolê 199 wezîfedarê qamûyê ji peywirê hatin dûrxsitin
Hat ragihandin di lêpirsîna ku di çarçoveya teşebûsa darbê hat vekirin de li Bîngolê tevde 199 kesên ku xebatkarên qamûyê bûn ji peywirê hatine dûrxistin.
Di encama lêpirsîna ku di derbarê teşebûsa darbê ya ku di 15ê Tîrmeha 2016an de bi piştevaniya Emrîka hatibû kirin de li Bîngolê tevde 199 kesên ku xebatkarên qamûyê bûn ji peywirê hatine dûrxistin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Bîngolê ve hat ragihandin di encama lêpirsîna ku di derbarê teşebûsa darbê ya ku di 15ê Tîrmeha 2016an de bi piştevaniya Emrîka hatibû kirin de 199 wezîfedarên ku li ewlehiyê, perwerdeya neteweyî, miftîtî,cendirme û polîtîkayên civatî dixebitîn ji peywirê hatin dûrxistin.(ÎLKHA)