• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Em zarokên xwe bişînin dibistanên Îmam Hatîban"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Komeleya Alîkariya Mezûnên Îmam Hatîban Îbrahîm Gokdemîr diyar kir ku 34 dibistanên ku ji îsal pê ve dê dest bi perwerdehiyê bikin anîne asta lîseyên Zanistên Fen û Sosyalê.

Gokdemîr destnîşan kir ku di dibistanên Îmam Hatîban de di bergeha esasên baweriya Îslamê de xwendekaran di çarçova ilm, edeb exlaqî de terbiye dike. Her wiha Gokdemîr ragihand ku dewlet di derbarê vî yekê de bandoriya aborî, civakî û siyasal li der gel hêştiye.

Gokdemîr bal kişand ku Îmam Hatîb ji bo îfsada civakê alternatif e. Dûvre Gokdemîr wiha wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li welatê me dibistanên Îmam Hatîbê di bergeha nirxên baweriya gelê Mislimanan perwerdehî didin. Dibistanên  Îmam Hatîbê ji roja ku hatine sazkirin heta îro ji bo îfsada civakê li dijî terza perwerdehiya dibistanên Xerbî alternatif e. Di vî pêvajoyê de di van dibistanan  de ciwanên ku perwerdehî dibînin çêtir Îslamê nas kirine.”

 “Di van dibistanan de nifşên wek mînak mezin dibin”

Gokdemîr bal kişand ku di van dibistanan de nifşên wek mînak mezin dibin. Dûvre Gokdemîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêzên menfûr ên cunta û derbeker ên ku dibistanên me yên Îmam Hatîbê hezm nakin her dem ji bo ku di dilê gel de van dibistanan de bê bandor bikin pir hewl dane. Hemî xîret û hewldana wan di hemberê tevecuh û rexbeta gel de bê bandor maye.”

Gokdemîr axavtiba xwe wiha domand: “Ji ber tevecuha ku gelê me ji dibistanên Îmam Hatîban re dide nîşandan îradeya siyasî gavên ku hewce dike avêtiye û di bergeha hêviya gel de ev dibistan bi qîmet bûne. Ji vir pê ve dê hevotin û hînkirina salên 2016-2017an dest pê bike. Li welêt di vî çarçovê de 34 dibistan gihandine asta lîseyên  Fen û Sosyalê.”

Gokdemîr wiha dawî li axavtina xwe anî: “Wek komele em pêşniyaz dikin heke malbat dixwazin ku xwedî li nirxên xwe yên manewî derkevin û ji bo islehbûna gel û nifşek ku ji civakê re bibe mînak beriya her tiştê van dibistanan tercîh bikin. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir