• DOLAR 32.325
  • EURO 35.095
  • ALTIN 2282.007
  • ...
Serhengê mexdûrê 28ê Sibatê ji teşebusa derbeyê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serheng Mehmet Yavuz Ayê ku di derbeya postmodern a 28ê Sibatê de bi biryara YAŞê ji artêşê hat dûrxistin bal kişand ku ev teşebusa derbeyê bi piştgiriya DYEyê pêk hatiye û Ay diyar kir divê ku Serokatiya Serkantiya Giştî ya Leşkerî li Wezîrtiya Parastina Neteweyî were girêdan.

Malnişîn Serhgeng Mehmet Yavuz Ay teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ji ÎLKHAyê re nirxand. Ay ragihand ku rêbaza rêvebiriya Tirkiyeyê derbeyan xwedî dike.

Ay bal kişand ku Tirkiye bi pirsgirêkî wek Emrîka re rû bi rû maye. Her wiha Ay destnîşan kir ku di derbeyê de ji xeynî FETOyê; derbekerên wekê Ergenekon û Kemalîst jî hene.

Ay diyar kir divê ku gel dijî her derbeyan bisekine û pêwîst e ku binesaziya Serkantiya Giştî ya Leşkerî ji bilî ve were guhertin û li Wezîrtiya Parastina Neteweyî were girêdan.

“Ev teşebusa derbeya hêzên îşqalê ye”

Ay diyar kir ku wî derbeyên leşkerî yên 12ê Îlonê û 28ê Sibatê, e-Muxtireya 27ê Nîsanê, Gezî û derbeyên 17-25ê Berfanbarê (Aralik) dîtiye û îro jî ew dîsa ji teşebusa derbeya 15m Tîrmehê re rû bir û maye.

Ay dûvre axavtina xwe wiha domand: “Di heyma Herba Bosnayê de dema ku artêşa dewleta wan bixwe li ser gel bombe direşand Merhûm Alîya Îzzzetbegovîç digot; ‘Artêşa ku bombe li ser gelê xwe direşîne, çekan dirêjê gelê xwe dike û gelê xwe qetil dike artêş nîne. Bervajî ew artêşa îşqalê ye.’”

Ay anî bibîranaîn ku ew di derbeya postmodern a 28ê Sibatê de bi biryara YAŞê ji artêşê hat dûrxistin û ji ber ku wî nimêj dikir û pîreka wî sergirtî bû û wî eraqê venedixwar ew ji wezîfê hatiye dûrxistin. Dûvre Ay wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke îro welat di vî rewşê de ye sedema vî yekê derbekerên Ergenekin û Kemalîst in.”

“Divê ku artêş, ewlehî, îstîxbarat yê gel bibe”

Ay diyar kir ku artêş welatan diparêze. Dûvre Ay wiha ragihand: “Ji xeynî hêzên îşqalê yên ku têkiliya wan bi derbeyê re hene di nav artêşê de kesên welatparêz ên ku ruhê xwe ji bo welat firotine hene. Em van nas dikin, dibînin û bi hev re hevdîtin dikin. Heke artêşekî sexlam û qewîn a vî dewletê tunebe mumkîn nîne ku ev dewlet li ser piyan bisekine. Divê ku em hemî ji vî yekê re hewl bidin. Divê ku artêş, ewlehî, îstîxbarat yê gel bibe.”

“Divê ku em li dijî hemî derbeyan wek mêrxasane bisekinin”

Ay destnîşan kir dema ku mirov li pêvajoya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin dinêre tê fêmkirin ku hedef Tirkiye ye û divê ku ev yek were dîtin. Dûvre Ay wiha pê de çû: “Ji bo vê yekê gelek mînak hene. Misir, Sûrî, Iraq, Lîbya, Lubnan û Tunus. Ez dixwazim bi kurtasî vê yekê bibêjim; ‘Divê ku em li dijî hemî derbeyan wek mêrxasane bisekinin.”

“Pirsgirêkekî me ya wekê Emrîka heye”

Ay wiha qala îadeya Gulenî kir: “Pirsgirêkekî meya girîngtir a ji şexsê ku li Emrîkayê di bin binçaviya CIAyê de ye heye. Gor min di şûna hatina wî de ew neyê çêtir e. Lê divê ku pirsgirêka me ya eslî Emrîka ye. Pirsgirêkekî me ya wekê Emrîka heye. Kesên ku vî dewletê birêve dibe û îdiayekê wan a wiha heye vî yekê bibînin. Divê ku beriya maşeya di destê wan de em bizanibin ku di serê projeya emperyal a pirsgirêka meya herî mezin de Emrîka heye.”

“Di pişta sûîqasta derbeyê de CIA heye”

Ay teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref DYEyê ve hat piştgirîkirin wek ‘Suîqasta derbeyî’ navand. Dûvre Ay wiha dawî li axavtina xwe anî: “Kesên dema ku li Misrê derbe çêbû li çepikan xist heke li Tirkiyeyê jî derbe çêbûya dî wan dîsa li çepikan bixistibana. Dilxwede ew pisporên stratejîk ên DYEyê îro dikarin vî yekê bibêjin; ‘Heke li Tirkiyê derbe çêbûya dê dê yên me qezenc bikiribana û kesên Îslamî winda bikiribana. Em biyaniyê vî peyv û ev gotinê nînin. Di derbeya 12ê Îlonê de wan gotin; ‘yçn me qezenc kirin.’ Di pişta sûîqasta derbeyê de CIA heye. Divê ku em jibîr nekin ku di vî saziyê de unsurên Kemalîst û Ergenekonê jî hene.”(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir