PKK li Kanîreşê wesayît şewitand
Komek PKKyiyê ku li navçeya Kanîreşa Bîngolê rê birîn 2 wesayît şewitandin.
Komek PKKyiyên ku li mewqiya Gundê Haciyan a ku di navbera Kanîreş û Bîngolê de ye rê birîn 2 wesayît şewitandin û ji cihê bûyerê reviyan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin komek PKKyî di derdora seat 22.30an de li nêzî gundê Haciyan rê birîn.PKKyiyên ku rê birîn 2 wesayît sekinandin û dû re jî şewitandin.
Ji bo PKKyiyên ku ji cihê bûyerê reviyan bên girtin li heremê operasyon hat destpêkirin.(ÎLKHA)