• DOLAR 32.502
  • EURO 34.955
  • ALTIN 2430.471
  • ...
Di xwepêşana li dijî darbê de ala tewhîdê hat qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di xwepêşana ku li dijî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê li Diyarbekirê hat kirin de polêsan kesên ku bi ala tewhîdê dihatin qadê asteng kirin û nehiştin ku têkevin qada xwepêşanê.

Xortên ku di destên wan de ala tewhîdê hebû ji teref polêsan ve hatin astengkirin.Polês ji pirsa xelkê ya ‘Hûn çima  ji xelkê re asteng derdixin’ re wiha bersiv dan ‘Ev yek ne di destê me de ye, walîtî qedexe kiriye.’

Xortên ku polêsan nehiştin bi ala tewhîdê têkevin qada xwepêşanê diyar kirin darbê bi alên tewhîdê hat qewirandin û ji sepana ku tê kirin re bertek nîşan dan.

“Ez bi vê ala tewhîdê xwe berdam kolanan da ku cardin mizgeft û camiyan nekin axûr”

Kesê bi navê Mehmet Oktay ê ku ji ber ala tewhîdê têketina wî ya qada hatibû astengkirin di derbarê mijarê de wiha axivî: “Dema ku hêj teşebûsa darbê hatibû kirin û hêj Serokomar Erdogan bang nekiribû min bi ala tewhîdê xwe berdabû qadan. Min bi vê ala tewhîdê xwe berda kolanan da ku cardin mizgeft û camiyan nekin axûr.Îro ji ber ku ala tewhîdê di destê min de ye têketina min a qadê asteng dikin.Tenê kesên ku di destê wan de ala Tirkiyê hene dikarin têkevin qadê.Heta doh xelk bi wesîleya ala tewhîdê quwet digirtin, lê îro ez digel vê alê nikarim têkevim qadê.Bila walîtî demildest sedema vê eşkere bike.Ez bêyî vê alê tênakevim vê qadê.Ev al, Ummeta Îslamê temlîm dike, ne tenê kom an jî welatekî.Tiştê ku  min anî vê qadê av al e.Divê tu kes li ber vê ala tewhîdê nebe asteng.Ev al û bayraq tirsê dixin qelbê zaliman.Divê ev al li her derî bê pêlpêlandin.Bi izna Xwedê em ê vê alê li her derî bilêqînin.”

“Me qet nedît walîyek xwe berda meydanê û xwe ji tankan re kire mertal”

Okay di berdewama axavtina xwe de diyar kir ala tewhîdê êvara darbê wan sela û azana şerîf ên ku di êvara darbê de dihat xwendin temsîl dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku hêj teşebûsa darbê nû hatibû kirin û hêj Serokomar Erdogan bang nekiribû me bi ala tewhîdê xwe berdabû qadan. Ew walî begê ku êvara  darbê me wî li kolanan nedît îro dirabe van alên ku di destên me de ne qedexe dike.Dema ku xelk xwe bi alên tewhîdê  ji tankan re dikirin mertal me li vê derê nedît ku waliyek xwe berda kolanan û xwe ji tankan re kire mertal. Ev alên tewhîdê êvara darbê wan sela û azana şerîf ên ku di êvara darbê de dihatin xwendin temsîl dikin.Ev ala tewhîdê çawa ku hemû kes lê xwedî derdikeve divê bi heman awayî walî beg jî lê xwedî derbikeve.Ev aleke wiha ye.Lê mixabin û heyf ku me dît ji vê alê aciz dibin û hilgirtina wê qedexe dikin.”

 “Ala tewhîdê temamê Mislimanan temsîl dike”

Kesê bi navê Abdulkadîr Kaynak ê ku nehiştibûn digel ala tewhîdê têkeve qada xwepêşanê jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Me dema ku hê teşebûs li darbê hat kirin  bes ji bo ku ala tewhîdê bilêqî û welat ji Îslamê mehrûm nemîne xwe berda kolanan.Me canê xwe li dijî darbê kire mertal.Ne tenê em, 70-80 milyon însan bi vî awayî xwe berda kolanan.Lê îro Walîtiya Diyarbekirê ji bo ku ev al nelêqe qedexe aniye.Em vê qedexê şermezar dikin.Sedema hatina me ya vê derê ev al bû, ev al temamê Mislimanan temsîl dike.Lê îro wê ala tewhîdê ya ku ala ummetê ye qedexe dikin.Ez nizanim çi bibêjim, ez vê yekê şermezar dikim.”

Ji bilî van li qada xwepêşanê hat dîtin polêsên siwîl dîmenê kesên ku bi ala tewhîdê tên qadê digirin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir