Serokwezîr Yildirim di derbarê OHALê de daxuyanî da
Serokwezîr Bînalî Yildirim di derbarê OHALê de daxuyanî da û diyar kir di pêvajoya OHALê de kiryarên menfî dê neyên kirin û ew ê digel vê yekê zirar û xisarên ku teşebûsa darbê bên telafîkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Serokwezîrtiyê ve hat weşandin de hat ragihandin teşebûsa darbê ya FETOyê tedbîrên ku heta îro hatine standin teyîd kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “FETO di êvara 15ê Tîrmeha 2016an de teşebûsî darbeyekê zelîl kir.Lê bi rawestîna xelk, Serokomar û hikûmetê ev teşebûs di demeke kurt de hat qewirandin û kesên darbeker ji edaletê re hatin teslîmkirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de Yildirim diyar kir di lijneya ku di serokatiya Serokomar Recep Tayîp Erdogan civiya de ji bo sê mehan qerara ‘Rewşa Neasayî’ (OHAL) hat dayîn û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Bila hemwelatiyên me bizanibin ev qerara OHALê qetîyen dê tesîra wê ya menfî di jiyana rojane de xwe nîşan nedî. Di pêvajoya OHALê de kiryarên menfî dê neyên kirin û ew ê digel vê yekê zirar û xisarên teşebûsa darbê bên telafîkirin.Ew tiştên ku ji bo ewlehîya welat û hemwelatiyên me bi xeter in dê bên berterafkirin.Li dijî hiqûqê dê tiştek neyê kirin.Ev qerara ku me ji bo hizûr û beqaya welatê xwe stand di çarçoveya hiqûqê de hatiye standin.”(ÎLKHA)