• DOLAR 32.592
  • EURO 34.852
  • ALTIN 2504.318
  • ...
Ji Serokê Şaredariyê di derbarê şeva derbeyê de daxuyaniyên sosret
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaredariya Bêrecûka Rihayê M. Faruk Pinarbaşi di derheqê bangewaziya vegerin malên xwe ya şeva teşebusa derbeya ku ji teref Amerîka ve dihat piştgirîkirin de daxuyaniyên sosret da.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya şaredariyê hat dayîn de Serokê Şaredariya Bêrecûkê diyar kir piştî ku bi Serokê Bajarê Rihayê ya AK Partiyê ji ber agahiyên îstîxbaratî ji gel re gotiye vegerin malên xwe.

Serokê Bajarê Rihayê yê AK Partiyê Zeynel Beyazgulê ku em pê re axivîn jî diyar kir ku wî tiştekî wiha ji gel nexwestiye.

Ji ber teşebusa derbeyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku derkeve kolanan bangewazî li gel kiribû. Ji ber vê yekê li her derê Tirkiyeyê gel derket kolanan. Wekê her derê gelê navçeya Bêrecûka Riha jî derket kolanan. Lê wî şevê Amîrê Buroya Micadeleya bi Terorê re ya Midûrtiya Ewlehiya Navçeyê Erdal Akyurek û Serokê Şaredariyê M. Faruk Pinarbaşi ji bo ku gel vegere malên xwe bangewazî li gel kir.

Piştî vê bangewaziyê ev mijar di çapemeniyê de bi şiklekî berfireh cî girt. Serokê Şaredariya Bêrecûka Rihayê M. Faruk Pinarbaşi di derheqê mijarê de wek daxuyanî diyar kir ku meş lidarxistine û çûne ber saziya navçeyê ya AK Partiyê.

 “Midûrê Ewlehiyê ji ne xwest ku em komê belav bikin”

Dûvre Pinarbaşi wiha qala mijarê kir: “Her wiha midûrê me yê ewlehiyê hatin partiyê diyar kirin ku agahiyekî girîng hilgirtine û ev agahî ji îstîxbaratê hatiye hilgirtin. Vî agahiya ku ji aliyê Pirsûsê ve nêzî 200 kesan teror derbas bûne. Ev kom jî aliyê Bêrecûkê ve hatine. Her wiha wî diyar kir ku ev agahî pirr girîng e û dibe ku înfîal pêk were. Ji bo ku qetlîama wek komî çênebe ji me xwestin ku em komê ji hev belav bikin. Tabî ez jî ji vî agahiyê ku midûrtiya ewlehiyê da me ewle bûm. Lê ji bo tedbîrê min li serokê me yê bajêr ê Rihayê geriyam. Saet nêzî 03.30yan bû. Min ji serok re qala rewşê kir. Min got serok 10 deqîqe ji min re misade bike. Ez dê di 10 deqan de bizivirim te. Birêz serok piştî 10 deqan li min zivirî û got; ‘rast e. ev agahî hatiye teyîtkirin.”

Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ji ber ku agahiyekî taybet bû me bi şiklekî eşkere agahî neda. Dema ku min vî yekê ji gel re got. Ciwanek j imin re; ‘em dimirin lê em ji vir naçin. Mon jî jê re got termê we ne hûn ji min re lazim in. Dûvre wî fêm kir ku mijar girîng e. Gel jî tetmîn bû.”

Serokê Bajarê Ak Partiyê: Me ji kesî re telîmata bilav bibin nedaye

Serokê Bajarê Rihayê yê AK Partiyê Zeynel Beyazgulê ku em pê re axivîn wiha diyar kir: “Dema ku min li wan geriya ji MÎT û îstîxbarata ewlehî ya polêsê diyar kirin ku di derbarê vî yekê de di destê wan de agahî hene. Wan gotin; ‘heke em vî yekê ji gel re bibêjin dê gel diltirs bibin.”

Her wiha Beyazgul diyar kir ku wan ji kesî re negotine ji hev helav bibin. (ÎLKHA)


 





Bu haberler de ilginizi çekebilir