Qeymeqamê ku ji wezîfê hat dûrxistin xwe kuşt
Qeymeqamê navçeya Ahmetliya Manîsayê yê ku di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeyê de ji wezîfê hat dûrxistin xwe kuşt.
Qeymeqamê navçeya Ahmetliya Manîsayê Necmî Akmanê ku di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeyê ya FETO de ji wezîfê hat dûrxistin xwe kuşt.
Gor agahiyên hatine bidestxistin Necmî Akmanê ku ji wezîfê hatibû dûrxistin di derdora saet 01.00an de debanceya polêsek jê sitand û xwe kuşt.
Akmanê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ahmetliyê di gel midaxaleyan jiyana xwe ji dest da. (ÎLKHA)